Diziya Sedsalê: ‘Li ser Îraqê fatîheyekê bixwînin’

Duh li 10:30
Dadwer Heyder Henûn daxuyanî da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dadwer Heyder Henûn daxuyanî da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Diziya Sedsalê Serokê Desteya Destpakiyê ya Îraqê Dadwer Heyder Henûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Desteya Destpakiyê ya Îraqê Dadwer Heyder Henûn li ser Diziya Sedsalê got, “Eger hat û encam ne bi xêr bû wî çaxî li ser Îraqê fatîheyekê bixwînin.”

Şerê di navbera kesayetiyên Îraqî yên li ser dosyeya Diziya Sedsalê derbasî qonaxeke nû bûye.

“Şerê jidil nû dest pê kir”

Serokê Desteya Destpakiyê Heyder Henûn li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku “Şerê jidil ê li dijî dizî û gendiyê nû dest pê dike.”

Heyder Henûn li ser dosyeya dizîna 2,5 milyar dolaran a dema hikûmeta berê ya Mistefa Kazimî nihek agahiyên nû eşkere kirin.

Dadwer Heyder Henûn diyar kir ku tohmetbarê sereke yê “Diziya Sedsalê” Nûr Zuhêr Casim Muzefer 14 çekên bankeyan ên sexte dane çêkirin û divê li gorî madeya cezayan 114 caran were cezakirin.

Serokê Desteya Destpakiyê got, “Nûr Zuhêr li Besreyê 724 donim zeviyên Wezareta Darayiyê birine ku gelekî bi qedir in, berê li ser navekî sexte qeyd kirine paşê birine ser navê xwe.

Me piştî vê dosyeyê biryara desteserkirinê derxist lê ji ber çavan winda bû.

Nûr Zuhêr diziyeke din jî kiriye ku bi navê sipardeyên bacan û gumrikê tê naskirin.

Li gorî tesbîta me herî kêm 1 trilyon dînar hatiye dizîn.

Nûr Zuhêr wekalet ji parêzerekî re derxistiye û wî jî pere ji bankê wergirtine.”

“Li ser Îraqê fatîheyekê bixwînin”

Serokê Desteya Destpakiyê ya Îraqê Dadwer Heyder Henûn li ser “girîngiya” vê dosyeyê wiha axivî:

“Ev destpêka şer e, divê encam bi xêr be. Eger hat û encam ne bi xêr bû wî çaxî li ser Îraqê fatîheyekê bixwînin.”

“Desteya Destpakiyê lawaz e”

Dadwer Heyder Henûn eşkere kir ku “hinek dosyeyên Diziya Sedsalê tên veşartin” û got:

“Haya me jê heye ku Dadwer Ziya Cefer Lefte li herêma Amiriyeyê bi navê leşkerî parçeyek zevî sitandiye.

Desteya Destpakiyê lawaz e. Me çi kiriye û em hawara xwe bibin kê? Çima em nikarin lêkolînan bikin? Em heqê xwe li kû bistînin?”

Heyder Henûn di konferansa rojnamegeriyê de ji hêrsan kir qêrîn û hawar û got, “Bila em bi şerefa xwe bikevin hepsê ji vê rewşê çêtir e!”

Serokê Desteya Destpakiyê diyar kir ku gumanbar nayên cezakirin û rewş bi van mînakan eşkere kir:

“Usame Husam Cewdet, Ziya Abdulxaliq Elî û Selam Sahib Ebd Elî hinek tohmetbarên Diziya Sedsalê ne.

Pirs ev e: Çima du sal in ku girtî ne lê nayên darizandin û cezakirin?

Herî kêm 30 gumanbarên Diziya Sedsalê hene ku em nizanin çi bi serê wan hatiye. Çi bi dosyeyên wan hatiye?”

Xeta rêya trêne hatiye firotin

Heyder Henûn diyar kir ku xeta rêya trênê jî hatiye firotin û pereyên wê hatine dizîn û berdewam kir:

“Dosyeke din a diziyê xeta rêya trênê ye ku hemû xet hatiye dizîn û bi 18 milyar dolaran hatiye firotin.

Navê gerînendeyê şirketa ku peyman îmze kiriye Musenna Mehdî Etî ye. Wekî ku derbeyek çêbûbe hemû xeta trênê ya Îraqê hatiye firotin.”

Diziya Sedsalê

Diziya Sedsalê, sala 2022yan dema Mistefa Kazimî serokwezîrê Îraqê bû hat eşkerekirin.

Destpêkê wiha hat nîşandan ku di navbera Îlona 2021ê û Tebaxa 2022yan de 2 milyar û 500 milyon dolar pereyên bacan bi rêya 247 çekên 5 şirketan hatine dizîn.

Lê paşê derket holê, hem pereyên ku hatine dizîn û hem jî gumanbar zêdetir in.

Desteya Destpakiyê Tebaxa 2024an navê hinek tohmetbaran eşkere kir ku û diyar kir ku 6 trilyon û 500 milyar dolar hatine dîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst