Aliyên Şîe bi 5 hevpeymaniyên sereke hevrîkiyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Iraqê di hilbijartinên 10ê Cotmeha îsal de rikaberiya tund, di nav Şîeyan de heye, ew bi 5 hevpeymaniyên sereke ji bo birina bêhtirîn kursiyan rikaberiya hev dikin.

Ji sala 2003 ve, ev yekem hilbijartinên pêşwext in ku li Iraqê bêne encamdan. Di nava aliyên Şîe de hevrikieyke tund heye, ew bi 5 hevpeymaniyên sereke rikaberiya hev dikin ew jî Rewta Sedir, Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Hêzên Dewletê, Hevpeymaniya Eqda Elwetrnî ango girêbesta Niştmanî û Hevpeymaniya Fetih e. Sunne jî li ser du bereyên sereke dabeş bûne weke Hevpeymaniya Teqedduma Niştimanî û Hevpeymaniya Ezm a Iraqî.

 Li Kurdistanê PDK weke partî beşdarî dike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gora, yekem car e, bi hev re, hevpeymanî dirust kiriye, bi navê “Hevpeymaniya Kurdistan”, armanca wan zêdekirina dengê herdu aliyan e.

10ê meha bê, derfeta xelkên Iraqê heye ku herin ser sindoqên dengdanê û nûnerên xwe ji bo parlementoyê hilbijêrin û biryara paşeroja siyasî ya çar salên bê ya welatê xwe bidin.

Ev yekem hilbijartina pêşwext e, ji sala 2003yan ve, li Iraqê tê encamdan, ew jî piştî xwepêşandanên nerazîbûnê yên Iraqê, sala 2020an, ku bi dehan hezar kesan, li Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê, daxwaza guherînê û baştirkirina rewş û guzeraniyê kir. Di encamê de, Adil Ebdulmehdî dest ji kar kişand.

Soza kabîneya nû jî, bi serokatiya Mistefa Kazimî, rêxistina hilbijartinên pêşwext bû.

Hilbijarina vê carê, bi hejmarekê ji guherînan birêve diçe.

Rikaberiya tund, di nav mala Şîe de heye, ew bi 5 hevpeymaniyên sereke rikaberiya hev dikin, ji bo birina bêhtirîn kursiyan, ku ji van aliyan pêk tên: Rewta Sedir bi serokatiya Muqteda Sedir, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî, Hevpeymaniya Hêzên Dewletê, bi serokatiya Emmar Hekîm û Heyder Ebadî, Hevpeymaniya Eqda Niştimanî bi serokatiya Falih Feyyaz û Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî.

Çavdêrê siyasî yê Şîe Elaa Elxetîb dibêje: “Bi nerîna min, frakisyonên Şîe di vê hilbijartinê de wê bişikn, çima? Ji ber ku karvedaneke cemawerî ya mezin heye, ku ji valahiyê nehatiye, di rastî xizmetguzarî kêm e û tiştê ku divê, hikûmet pêşkêşî welatiyan bike, nake. Dîmena Şîe dîmena aloz û tevlîhev e, di vê hilbijartinê de, ne zelal e û mij û moran e. Lê bi rastî guherîn ne ewqasî mezin in, ku hinek kes çaverêyî wan dikin, lê bi rastî ewqa guherîn çêdibin ku li ser binemaya çend tiştan têne avakirin ji bo qonaxên bê.”

Sunne jî, li ser du bereyên sereke dabeş bûne, ew jî ev in; Hevpeymaniya Teqedduma Niştimanî, bi serokatiya Mihemed Helbûsî, herwiha Hevpeymaniya Ezm a Iraqî, bi serokatiya Xemîs Xencer. Ev du hevpeymanî sereketirîn in li meydana siyasî ya Sunne.

Çavdêrê siyasî yê Sunne Xanim Ebid jî got: “Ev çîna siyasî ya girêdayî bi pirsa te, ez nabînim ku tiştekî ji bo welatiyên Sunne pêşkêş bikin, ji ber ku ev ne yekem ca re, hilbijartinê dikin, berê beşdarî kiriye û wezaret wergirtine û li parlementoyê jî hene, lê gelo wan tiştek ji bo welatiyên Sunne pêşkêş kiriye? Hêj Sunne li kampan in û malên wan wêran in, lewma dikarim bibêjim ku beşdariya wan ji berjewendiya taybet a wan e, lê dibe ku sûprayzek rûbide û xelkên Sunene wan berbijêran hilbijêrin  ku ji partiyên siyasî dûr in, ku dibe sedema derketina kesên ciwan ên akadîmisyen, ku nûnertiya parêzgehên Sunneyan dikin baştir ji dînasorên siyasetê."

Aliyên siyasî yên Kurdistanî, ku mezintirîn ji wan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, weke partî beşdarî kiriye û ji bilî navçeyên Başûrê Kurdistanê û gera ji bo rikaberiya hilbijartinê, li Kerkûkê, piştî baykotkirina wê, di hilbijartina dawî de, li çend parêzgehên Iraqê jî, girawa xwe kiriye û li Bexda û Enbarê jî, berbijêrên wê hene.

Li aliyekî din, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), û Tevgera Gora, yekem car e, bi hev re, hevpeymanî dirust kiriye, bi navê “Hevpeymaniya Kurdistan”, armanca wan zêdekirina dengê herdu aliyan e û ew rikaberên sereke yên PDKê ne.

Li nav aliyên îslamî jî, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê, tenê li parêzgehên Herêma Kurdistanê, bi şeş berbijêran rikaberiyê dike.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî jî, weke Komela Dadger, tenê li Herêma Kurdistanê bi şeş berbijêrên serbixwe, rikaberiyê dike.

Tevgera Îslamî jî, yek berbijêrê wê heye, li Kerkûkê.

Newey Nwê jî, ji bilî Başûrê Kurdistanê, li çend parêzgehên Iraqê, beşdarî kiriye û berbijêrên wê hene.