Hilbijartinên Iraqê bala aliyên navdewletî û herêmî kişandiye

05-09-2021
Plasschart dibêje pêwîst e hemû alî pabendî encamdana hilbijartineke zelal bin
Plasschart dibêje pêwîst e hemû alî pabendî encamdana hilbijartineke zelal bin
Nîşan Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartina pêşwext, tevî ku pirseke navxwe ya Iraqî ye, lê rehendeke herêmî û navdewletî wergirtiye, û bûye cihê girîngî û guhdana Civaka Navdewletî.

Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bala aliyên herêmî û navdewletî bi xwe ve kişandiye. Ji bo çavdêrîkirina proseya hilbijartinan, Encûmena Asayîşa Navdewletî biryar daye ku tîma xwe ya çavdêriyê bişîne Iraqê.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje, hilbijartinên vê carê dikarin ji yên 2018ê cuda bin û daxwaz ji hemû aliyan kir ku pabendî encamdana hilbijartinên zelal û bawerpêhatî bin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, li civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî, derbarê wê hilbijartinê, bi vî awayî helwesta xwe diyar kir: “Hilbijartinên Cotmehê bi ronî karîna wan heye, ku ji hilbijartinên 2018an cuda bin. Lê nabe û ne jî pêkan e, hilbijartina serkeftî, tenê berpirsiya Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê be. Lewma em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar dikin, di nav wan de jî, berpirsên hikûmî, partiyên siyasî, berbijêr, hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, medya û dengder, ku bi encamdana hilbijartina zelal û bawerîpêhatî, bi gotin û bi kirdarî, pabend bin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden hewlên hikûmeta Iraqê ji bo amadekarîkirinê, derbarê hilbijartineke azad û dadperwerane, di 10ê Cotmehê de, bilind nirxandiye. Ev yek, tevî bilindnirxandina alîkariyên UNAMI ji bo hilbijartinê, û erkê çavdêriyê yê Yekîtiya Ewropayê, ligel hewlên niyazpak ên civaka navdewletî, bi mebesta bersivdanên pêwîst ji bo Iraqê.

Amerîka jî piştgiriya 5.2 milyon dolarî ragihandiye, ji bo tîma çavdêriyê ya hilbijartinê ya UNAMI, piştî alîkariyeke din a 9.7 milyon dolarî. Ev yek weke ku nûnerê Amerîkayê li Encûmena Asayişê behs kiriye.

Piştî 2003yan, zehmet e biryarên çarenivîsaz li Iraqê, bi bê cihê penca Komara Islamî ya Îranê, bêne cîbicîkirin, ji wan jî, babeta birêveçûna hilbijartinê û diyarkirina serokwezîr.

Wezîrê Derve yê Îranê jî piştevaniya xwe ji bo hilbijartinên Iraqê ragihand, û got ew li gel biryarên navxwe yê Iraqê ne weke hilbijartinên pêşwext û derketina hêzên biyanî ji Iraqê.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdlihiyan got: “Komara Islamî ya Îranê piştevanî û alîkariya xwe ji bo Iraqê radigihîne, bi hikûmetê û gel, ligel biryarên navxweyî ku ji wan, derketina hêzên leşkerî yên biyanî ye û birêveçûna hilbijartina pêşwext in.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Em di piştevanîkirina hewlên Iraqê de, bi bihêzkirina dezgehên wê yên siyasî, berdewam dibin. Bi taybetî, em hêvî dikin, hilbijartina 10ê Cotmehê, bi rêjeya bilind a beşdarîkirinê, di rewşeke aram de, birêve biçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst