Muqteda Sedir: Divê zilma li Besra tê kirin bi dawî bibe

05-09-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Besra Xwepêşandan Tvegera Sedir Muqteda Sedir Zilm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedir dibêje, hinek kes bi awayekê nihênî derbasî nav hêzên ewlehiyê yên Iraqê bûne û êrişî ser xwepêşanderên Besrayê dikin. Serdir herwiha ragihand, divê ew zilma ku li Besra tê kirin, di demeke nêzîk de bi dawî bibe.

 

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê xwepêşandanên Besrayê de peyamek belav kir. Sedir xemgîniya xwe li hember kuştina hejmarek ji xwepêşanderan bi destê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê nîşan da.

 

Seidr herwiha di vê daxuyaniya xwe de dide xuyakirin: “Hinek kes zilmê li xwepêşanderên Besre dikin, xwepêşanderên ku ji bilî pariyeke nan ti tişteke din naxwazin.”



Rêberê Tevgera Sedir herwiha destnîşan dike, “gerek e kar were kirin ji bo derxistina Besra ji nav gendelî û tayifegerî û milîsgeriyê. Gerek ew zilma ji xelkê Besra tê kirin bidawî bibe.”

 

Doh Sêşembiyê careke din xwepêşandaneke berfireh li bajarê Besra yê li başûrê Iraqê birêve çû, ku piştî demekê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê yên Iraqê de tundûtîjî derket.

 

Di encama tundûtîjiyan de, 4 kes ji xwepêşanderan bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst