6 jinên DAIŞê hatin kuştin

Mûsil (Rûdaw)- 6 jinên DAIŞî li nava Mûsilê bi destê hin çekdarên li dijî DAIŞê, hatin kuştin. Herwiha 3 DAIŞiyên din jî di ava Dicle de xeniqîn.

Berpirsê Ragihandina Şaxa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Hin çekdarên nenas li navçeya Mûsila Nû ya rojavayê bajar, êrişî yakîneya Xensa ya jinên DAIŞê kirin û di encamê de 6 jinên wan kuştin.”

Seîd Memozînî wiha got: “Karê vê yekîneyê sîxurî ye li ser xelkê Mûsilê, herwiha kontrolkirina jinên wî bajêrî.”

Herwiha Memozînî da zanîn ku, “3 çekdarên DAIŞê di Çemê Diclê de, di qeyikê de bûn û dixwestin masîvanan bigirin û bacê ji wan bistînin, lê qeyika wan qulipî û hersê çekdar di avê de xeniqîn.”

Tê zanîn ku ev zêdetirî salekê ye ku bajarê Mûsilê di destê DAIŞê de ye, lê hin çekdar li wî bajêrî hene ku li dijî DAIŞê ne û carina êrişî wê dikin û çekdarên wê dikujin.