DAIŞê li Mûsilê 4 bijîşk kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hate ragihandin rêxistina Dewleta Îslamî ku wek DAIŞ tê nasîn li Mûsilê bi hinceta ku di dermankirina çekdarên birîndar de amade nebûn, 1 zilam û 3 jin bi giştî 4 bijîşk kuştin.

 

Li gorî çavkariyên herêmî, çekdarên DAIŞê îro dema nîvroyê li navenda parêzgeha Mûsilê 3 jê jin 4 bijîşk gulebaran kirin. Li gorî agahiyan, bi hinceta ku ew bijîşk dermankirina çekdarên DAIŞê ku di eniyên şer de birîndar bûbûn amade nebûne.

 

Li gorî agahiyan navên wan bijîşkan wiha ne; Înas Şerar, Me’az Xeteb, Suad Taib û Ban Ebdulezîz.

 

Li aliyê dîtir, Ebdulrehîm Şemmerî Parlementerê parêzgeha Mûsilê, derbarê rewşa Mûsilê de got, “Xelqê Mûsilê ji kiryar û helwestên DAIŞê bêzar bûye. Hêzên Mûsilê her dem amadene ku li dijî wan serî hildin. Ji ber ku tiştên ku DAIŞ dike hemû sînoran derbas dike. Li bendê ne ku aliyek artêş bikeve bajêr û ew jî li cihê bikevin nav tevgerê.”