Bi mûşekan êrişî baregeha hêzên Amerîkayê hat kirin

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Baregeha Eyn Esedê Enbar Hêzên Amerîkayê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê lê mûşek li herêma Haqlaniyeyê ya navçeya Hadiseyê ketine.

Rêvebirê Nahiya Walihê Dr. Leyis Şemmarî ji Rûdawê re got:

“Piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye û Amerîka li Babîlê êrişî Heşda Şeibiyê kir, tedbîrên ewlehiyê li baregeha asmanî ya Eyn Esedê hatin zêdekirin.

Leyis Şemmarî diyar kir ku piraniya roketên ku milîsan avêtin negihîştine hedefa û li herêmên cuda ketine.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Beriya niha jî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê bûbû armanca mûşek û dronan.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst