Berpirsa UNAMI û Muqteda Sedr krîza siyasî ya li Iraqê gotûbêj kirin

05-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsa UNAMI, Jeanine Hennis-Plasschaert îro li Necefê bi Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr re hevdîtin kir, piştî hevdîtinê jî ragihand, “civîneke baş bû”.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Iraqê îro Înê 5ê Tebaxa 2022an li bajarê Necefê bi Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr re civiya.

Jeanine Hennis-Plasschaert piştî civînê ragihand, “Me civîneke baş bi Sedr re kir, me derbarê giringiya dîtina rêçareyekê bo kirîza siyasî de gotûbêj kir.”

Hevdîtina berpirsa UNAMI û Muqteda Sedr du rojan piştî daxuyaiya Sedr tê ku daxwaza hilweşandina parlamentoya niha û lidarxistina hilbijartineke bilez li Iraqê kir.

Civîna Plasschaert û Sedr herwiha rojek piştî civîna wê û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî tê, ku herdu alî li Bexdayê civiyabûn û rewşa siyasî ya li Iraqê û krîza siyasî ya niha gotûbêj kiribûn.

Birêveçûna hevdîtina navbera Plasschaert û Sedr di demekê de bû ku îro bi deh hezaran alîgirên Sedr li Bexdayê li hev kom bûn û bi hev re nimêja înê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst