Li Iraqê 13 tawerên elektrîkê hatin teqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Elektrîkê ya Iraqê îro ragihand, di nava 48 demjimêran de li sê parêzgehên wî welatî 13 burcên elektrîkê hatine teqandin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Kiryarên terorîstî yên ku xetên veguhestina elektrîkê li parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê kirin armanc ,di 48 demjimêran de zirar gihand 13 burcan.”

Li gor daxuyaniyê, êvara Çarşemê 4ê Tebaxê xeteke elektrîkê ya Kerkûkê bi bombeyên vedayî hat armanckirin û di encamê de 5 burc zirar dîtin û şandina elektrîkê di navbera parêzgehên Kerkûk û Neynewayê de qut bû. Wezaretê herwiha da zanîn, li Samera û Tikrîtê jî êrîş li dijî xetên veguhastina elektrîkê hatine kirin.

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê da xuyakirin, “Wusa dixuye ku endamên terorîst ên têkder bi rêya armanckirina xetên veguhestina elektrîkê bi mebesta rawestandina projeyên Wezareta Elektrîkê û qutkirina sîstema niştimanî û veqetandina parêzgehan ji hev pir pêş de çûne, ku ev nexşeyek eşkere ye û dê bibe. Bi biryardarî toleransa li gel têkderan nayê qebûlkirin.”

Kompaniya Giştî ya Veguhestina Elektrîkê ya Bakur jî di daxuyaniyekê de amaje bi têkçûna 13 burcên veguhastina elektirîkê di navbera Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê de kiriye û ragihandiye, êrişa bo ser xetên veguhastina elektrîkê û teqandina burcan, hewlek e ji bo qutkirina tora bakur ji tora nîştimanî ya Iraqê.

Hêj ti aliyekî berpirsyariya êrîşa vê care ya bo ser tora elektrîkê ya Iraqê li xwe negiritye, lê pêştir DAIŞê çend caran ragihandibû ku êrîşî burcên veguhastina elektrîkê li hin navçeyên Iraqê kiriye.

Êrişên destpêka vê havînê yên li ser stûnên elektrîkê bûn sedema qutbûna elektrîkê li ser mîlyonan welatiyan li navend û başûrê Iraqê, ew jî di demekê de ku pêleke xurt a germê tevahiya Iraqê daye ber xwe.

Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) pêştir berpirsyariya bi dehan êrîşên li ser tora elektrîkê ya Iraqê girtiye ser xwe û gef li binesaziyên din ên girîng xwariye. Hêzên ewlekarî yên Iraqê ragihandine ku wan gelek hewildanên din ên bo teqandina xetên veguhastina elektrîkê li navçeyên cuda yên welat pûç kirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş, General Teysûr Tehsîn Xefacî, roja 4ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi armanckirina van xetên elektrîkê hewl dide ku panîkê çêbike.”