Keçeke ciwan li ser rêya mala xwe guldankeke 5000 salî dît

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê, keçeke ciwan kûzikek ku dîroka wê vedigere berî zayînê û 5000 sal berî niha li nêzîkî mala xwe dît. Kûzik ku weke guldankeke dîrokî ye, radestî Muzexaneya Nasiriyeyê hat kirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, keça ciwan a 20 salî piştî pêla barana ku li herêmê dest pê kir, li nêzî mala xwe rastî kûzikekê hat. Keça ciwan kûzik radestî berpirsên Muzexaneya Nasiriyeyê kir.

Rêveberê Muzexaneya Nasiriyeyê, Secad Ebdulhusên Mencîl ji Rûdawê re got, “Ev berhemeke Sûmerî ye. Ew vedigere serdema ku em jê re dibêjin destpêka xanedanên Sûmeran a di 5,000 sal berî niha de.

Di sala 2022an de, Muzexaneya Nasiriyeyê zêdetirî 300 berhemên dîrokî wergirtine, ku hemû ji hêla niştecîhên herêmê ve hatine radestkirin. Piştre hemû parçe radestî Muzexaneya Bexdayê hatine kirin.

Mencîl destnîşan kir ku muzexaneyê di destpêka îsal de tenê ji welatiyekî bi carekê 70 berhem wergirtine.

Di muzexaneya Nasiriyeyê de ku di salên 1960î de hatiye avakirin, bi sedan berhemên dîrokî hene.

Wekî din, zêdetirî 1,200 şûnwarên arkeolojîk hene ku li herêmên cûda yên di nav sînorên parêzgeha Zîqarê de belav bûne.