Li gor zaniyariyên ku ji çavkaniyekê ji serokatiya Herêma Kurdistanê ketî destê Rûdawê, biryare 7 komîte ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin dirûstkirin. Ev yek jî wê di jêr çavdêriya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de be.
Komîteyên ku biryar li ser dirûstkirina wan hatine dayîn ev in: “Komîteyek ji bo şopandina yasaya bûdceya giştî, komîteyek ji bo şopandina yasaya petrol û gazê, komîteyek ji bo ewlekariya navçeyên ku madeya 140 digre nav xwe, komîteyeke hemahengiyê di Encûmena Nûnerên Iraqê de, komîteyeke hemahengiyê di navbera Bexda û Herêmê de, komîteyek ji bo çavdêriya bacê û dergehên sînorî.”
Karê komîteyên Herêma Kurdistanê wê ji aliyê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ve werin serpereşt kirin. Komîteyên Bexdayê jî wê ji aliyê şêwirdarê serokwezîrê Iraqê,Falih Feyaz û berpirsê nivîsîngeha serowezîr û endamê polîtburoya partiya Dawa Tariq Necim ve werin serpereşt kirin.
Li gor çavkaniya Rûdawê, her yek ji van komîteyan dê bi hatina Nûrî Malikî ya ji bo Hewlêrê dest bi karê xwe bike.
Biryare yekşema bê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serdana Hewlêrê bike. Tê çaverêkirin ku Malikî di serdana xwe de ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Herwiha li gor ragihandina Encûmena Wezîran, wê civîna encûmena wezîran a Iraqê roja sêşemê li Hewlêrê bê saz kirin.
Serdana Malikî ya ji bo Hewlêrê di demekê de ye şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî 29.04.2013an serdana Bexdayê kir. Piştî civîna ligel serowezîrê Iraqê li ser 7 xalan li hev kirin. Piştre serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo çareserkirina pirraniya pirsgirêkan Nûrî Malikî wê serdana Hewlêrê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de ji ajansa Reuters re ragihand: "Guftûgoyên vê care yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, derfeta dawî ye. Eger em negihine rêkeftinekê, Hewlêr difikire bi şêweyekî din têkiliyê bi Bexdayê re bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse