Tirsa Iraqê ji çekdarên biyanî heye

05-04-2015
HOŞÎ MÛRAD
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, eger DAIŞ çekdarên din ên biyanî bikişîne nav rêzên xwe, dê artêşên derdora Iraqê nikaribin wê rêxistinê têk bibin.

 

Heyder Ebadî di hevpeyvînekê de ji kovara almanî Der Spiegel re, eşkere kir ku ji sedî 57 ji çekdarên DAIŞê, Iraqî ne, lê di nêrîna wî de, pirsgirêk ne di çekdarên Iraqî de ye, ji ber dema ku hêzên Artêşa Iraqê derbasî bajaran dibin, direvin.

 

Bi baweriya Ebadî, pirsgirêk di çekdarên biyanî yên DAIŞê de ye ku rêjeya wan bi ji sedî 43 texmîn dike û ti rê li pêşiya wan tine ye ji bo ku birevin.

 

Serokwezîrê Iraqê dibêje, Almanya dikare roleke sereke di şerêl li dijî DAIŞê de bilîze herwiha ji Berlînê dixwaze ku alîkariya Iraqê bike, ji ber bi sedan Alman tevlî DAIŞê bûne.

 

Heyder Ebadî da zanîn Iraq hejmarên telefonên ku çekdarên Alman yê DAIŞê bi kar tînin, dide Almanya.

 

Ebadî bal dikişîne ku kontrolkirina bajarê Tikrîtê dihêle mirov geşbîn bibe, lê bi gotina wî hîn ew metirsiya DAIŞê heye. Ebadî dibêje, artêşeke nîzamî nikare bi serê xwe rûbirûyê wê rêxistinê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst