Dije-Teror: ‘Ebû Omer’ ê misirî hat kuştin

Mûsil (Rûdaw) – Serkirdeyekê mezin ê rêxistina DAIŞê yê bi navê Ebû Omer di şerê Mûsilê de hat kuştin.

 

Hêza Dije-Tero a Artêşa Iraqê îro yekşemî di daxuyaniyekê de ragihand, serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê di encama êrişên hêzên iraqî bo ser taxa Dinedan a li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê de, hat kuştin.

 

Li gorî daxuyaniyê, serkirdeyê DAIŞê yê kuştî navê wî Ebû Omer e û xwediyê nasnameya welatê Misirê ye.

 

Dije-Terora Iraqê daye xuyakirin, ku Ebû Omer serkirdeyekî diyar ê rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê bûye.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Ebû Omber kembereke bombekirî pê ve girêdayî bûye û hewl daye, li Taxa Dewase xwe bi leşkerên Iraqê de biteqîne, lê belê berî ku bikaribe xwe biteqîne, ji aliyê hêzên Dije-Terorê ve bûye armanc û hatiye kuştin.