Êrişî Heşdî Şebiyê hatibû kirin: Îraqê îdiaya hevkariya Amerîkayê red kir

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Amarîkayê îdia kir ku êrişa li dijî Heşdî Şebiyê bi hevkariya Îraqê hatiye kirin.

Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê îdiaya hevkariyê derewîn derxist.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) Patrick Ryder di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê Washingtonê Diyar Kurde da.

Berdevkê Pentagonê li ser pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraqê re got:

“Îraq ji bo têkoşîna bi hinek grûpan re hevkariya me dike.

Em dizanin ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê di hinek mijarên wekî destnîşankirina cihên wan grûpên bi ser Îranê ve ku êrişî hêzên me dikin hevkariya xwe didomînin.”

“Em bi tundî red dikin”

Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê têkildarî îdiayên berdevkê Pentagonê got:

“Daxuyaniyên bi vî rengî metirsiya hewldanên ji nû ve lihevxistina kartan radixe ber çavan, em hebûna koordînasyoneke wiha bi tundî red dikin.

Berovajî vê, çawa ku agahiya artêşa Îraqê ji êrişên li dijî hêzên Amerîkayê nebû, bi heman rengî agahiya wan ji êrişa doh jî çênebûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev binpêkirinên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî parçeyek ji binpêkirinên berê yên ku ji aliyê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ve dihat kirin e.

Herwiha hat destnîşankirin ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî berî êrişê agahî nedane Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş.

Piştî êrişê, Serokwezîrê Îraqê bang kir ku demlidest hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê derkevin.

Fermandarê Nuceybeyê hat kuştin

Doh baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebarankirin.

Di encama êrişê de, Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û cîgirê wî Ebû Îmtihan hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pnetagon) ragihand ku wan li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst