Ebduletîf Reşîd: Îraq êdî ne çavkaniya metirsiya li ser cîranan e

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ebduletîf Reşîd Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê ragihand ku Îraq êdî ne çavkaniya metirsî û êrişa li ser cîranên xwe ye.

Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd piştî nîvro li Bexdayê beşdarî 7emîn Konferansa Balyoz û Şandeyên Dîplomatîk ên Îraqê yên cîhanê bû û got:

“Îraq demên borî di pêwendiyên dîplomatîk de bi welatên din re pêşketineke mezin bi dest xist.

Îraqê ji ber reftarên rejîma dîktator di demeke nebaş a pêwendiyên dîplomatîk ên bi cîhanê re derbas bû.”

Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd behsa hewlên Hikûmeta Îraqê kir û anî ziman:

“Hikûmeta niha girîngiyeke mezin dide pêwendiyên dîplomatîk ên bi cîhanê re. Me jî di serokkomariyê de ji bo vê mebestê gelek cidî xebat kir.

Beşek ji serkeftina pêwendiyên me dûrketina ji siyaseta ragirtinê û xebata li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rêzgirtina ji serweriya welatan tê.”

Reşîd diyar kir ku Îraqê hertim hewl daye ku warên pêwendiyên dîplomatîk berfirehtir bike û ji bo vê mebestê jî wezîrên karên derve di hemû kabîneyên wezîran de ev berpirsyarî hildane ser milê xwe.

“Îraq ji bo cîhanê ne çavkaniya qeyranan e”

Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd anî ziman:

“Îro Îraq berovajî dema dîktatoriyê li ser ti welatekî ne çavkaniya gefê ye. Îraq êdî ji bo cîhanê ne çavkaniya qeyranan e.”

Ebduletîf Reşîd herwiha destnîşan kir ku siyaseta derve ya Îraqê di hevahengiyê de ye ji bo derbaskirina qeyranan bi rêya diyaloga avaker û berçavgirtina berjewendiyan.

Reşîd diyar kir ku Îraq ji bo çareserkirina qeyranan dixwaze bibe faktorekî bibandor û ji bo pêkvejiyanê û aştiyê alîkariya avakirina jîngeheke herêmî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst