6 kes kuştibûn û agir berdabû mala wan: Tawanbar li xwe mikur hat

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya el-Midhetiyeyê ya parêzgeha Babilê ya Îraqê 6 kesên ji heman malbatê hatibûn kuştin û şewitandin.

Polîsê Babilê ragihand, tawanbar qebûl kiriye ku wî her 6 kes kuştine û şewitandine.

Dadgeha Lêkolînê ya Hileyê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:

“Tohmetbar ji bo diziyê bike ew kes kuştine û paşê jî şewitandine.”

Hefteya borî, li nahiyeya el-Midhetiyeyê ya parêzgeha Babilê termên bav, dê û 4 zarokan ji malekê derketin.

Rayederan berê pêşbînî dikir ku agir girtiye mala wan û şewitîne lê derket holê ku beriya bişewitin bi kêran hatine kuştin.

Piştî vê yekê yekê lêkolînan dest pê kir û tawanbar hat girtin.

Di vê bûyerê de 6 endamên malbatê canê xwe ji dest da û tenê kurekî malê yê 9 salî xelas bû. Ew jî dema bûyerê li mala bapîrê xwe bû.