Plasschaert gotareke taybet bi Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş dike

04-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Sêşembê 4ê Cotmeha 2022ê demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê Nûnera Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê Jeanine Plasschaert raporekê derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî bike.

Berê jî Plasschaert çend caran raporên wiha li Encûmena Asayîşa Navdewletî pêşkêş kirine û di wan de behsa Herêma Kurdistanê jî kiriye.

17ê Gulana 2022ê, Plasschaert raporek pêşkêş kir, têde amaje bi rewşa Herêma Kurdistanê da û got: “Di civîneke taybet de ku Gulana 2021ê min ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê li Hewlêrê kir, min tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekgirtina Hêzên Pêşmerge kir; dûrketina ji dabeşkirina Kurdistanê bi rengê kesk û zer, berpirsyariya serkirdeyên Kurd daku berjewendiyên xwe bikin yek û çareseriyekê bibînin ku berjewendiyên hemû niştecihên Herêma Kurdistanê diparêzin.”

Plasschaert got: “Piştî derbasbûna salekê di ser wan sozan re ku serkirdeyên Kurd deabûn me, derket ku yek ji wan nehatiye cîbicîhkirin û berevajiya wê dabeşbûna partiyan kûrtir bûye û bandoreke xirab jî li niştecihên Herêma Kurdistanê kiriye.”

Plasschaert di raopra 17ê Gulanê de got: “Divê vekirî bibêjim; bijardeya Herêma Kurdistanê heye, pêkanîna derfeta yeksaniyê bo partiyên siyasî daku beşdarî hilbijartina parlamentoyê bibin ku biryar e 1ê Cotmeha sala 2023ê bê kirin. Pêgeha jeosiyasî ya baş a Herêma Kurdistanê heta hetayê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nabe, lê ya rast divê ew taybetmendiya cografya siyasî bi xwe ku Herêma Kurdistanê heye serkirdeyan teşwîq bike ku hewl bidin û sûdê jê werbigrin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst