125 parlamenterên Iraqê daxwaz dikin parlamento derbarê êrîşên Îranê de bicive

04-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî Kurd ê endamê parlamentoya Iraqê dibêje, 125 parlamenteran daxwazek îmze kirine ji bo parlamento civîneke awarte derbarê êrîş û bombebaranên Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê saz bike.

Şêrwan Duberdanî, Parlamenterê PDKê yê di parlamentoya Iraqê de roja Duşembê 3ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihandiye, “îmzeyên 125 parlamenteran hatine berhevkirin daku parlamento di civîneke awarte de êrîşên Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê binirxîne.”

Wî parlamenterî herwiha diyar kir, fraksyona PDKê îmzeyên parlamenterên xwe berhev kiriye, ji fraksyonên cuda hin parlamenteran û hejmarek parlamenterên serbixwe jî ew daxwaz îmze kirine.

Bi gotina Şêrwan Duberdanî, hejmarek parlamenterên Çarçoveya Hevahengiyê jî ji bo civîna parlamentoyê ya derbarê êrîşên Îranê de îmze li ser daxwaznameyê kirine.

Derbarê dema lidarxistina civînê, Şêrwan Duberdanî got, beriya du rojan daxwazname radestî desteya serokatiya parlamentoyê hatiye kirin û ew niha li benda bersiva wan in daku civîn were sazkirin.

Roja Çarşembê 28ê Îlona 2022an Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan êrîşî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşê de baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li nêzîk Pirdê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêzê hatin armanckirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst