Heyder Elî: Mafê Kurdên feylî hatiye binpêkirin

04-10-2021
Nîşan Kurdên Feylî Heyder Elî Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Kurdên Feylî Heyder Elî debarê nûnertiya Kurdên Feylê li parlamentoya Iraqê de ragihand ku mafê wan hatiye binpêkirin û divê mafê wan ji kursiyekê zêdetir be.

Berbijêrê Kurdên Feylî Heyder Elî ji Rûdawê re ragihand ku mafê wan ji kursiyekê zêdetire, lê di dengdanê de mafê wan tê binpêkirin.

Heyder Elî diyar kir ku Kurdên Feylî li ser Kurdayetiyê koçber bûne û çûne Îranê û niha beşek ji wan hene ku ne nasanmeya Îranî û ne nasnameya Iraqê hene.

Heyder Elî got: “Derbarê kotaya Kurdên Feylî de, divê wek Mesîhiyan temaşa li wean bê kirin û hemû Iraqî deng bidin vê kotayê. Kurdên Feylî ne tenê kursiyek pişka wan dibe, divê 2 kursî li Bexda, 2 kursî li Wasit û 2 kursî li Diyalayê ji wan re hebin.”

Elî tekez kir ku pirsgirêkên Kurdên Feylî, ne di dema hikûmetên berê de û ne ya niha de li Bexdayê nehatine çarserkirin û wiha pê de çû: “Yasaya derbarê regeznameya Kurdên Feylî  de nehatiye çareserkirin. Heta niha Kurdên Feylî serdana beşê biyaniyan a nifûsê li Bexdayê dikin. Heta niha Kurdên Feylî tiştekî wan li encûmenên cîbicîkar nehatiye cîbicîkirin. Trajediya Kurdên Feylî zêde mezin e. Heta niha 20 hezar xortên Feylî wendayî ne û 15 hezar malbatên Kurdên Feylî bo Îranê hatibûn dersînorkirin û li kampên Îranê ji regeznameya Iraqî û Îranî bê beşbûne. Kurdên Feylî ji aliyê rejîma berê ve hatibûn dersînorkirin, ji ber tenê Kurd bûn û ji ber berevanî li doza Kurd dikirin, ne wek ku hinek aliyên siyasî dibêjin ku ew Şîe ne, eger pirs a Şîe baya, dê Şîeyên başûrê Iraqê jî bihatana dersînorkirin.”

Berbijêrê Kurdên Feylî Heyder Elî herwiha da xuyakirin ku Kurdên Feylî daxwaziyên wan hene û got: “Divê kesê bibe nûnerê wan li parlamentoyê derd û êşên wan bizanibe û ligel wan jiya be. Piştî jinavçûna rejîma berê Partiya Demokrata Kurdistanê gelek mafên Kurdên Feylî bidest xistin, bi taybetî yasaya cînosaydkirina Kurdên Feylî li dadgeha cinayî ya Iraqê, lê heta niha hikûmeta Bexdayê ev yasa cîbicî nekiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst