Muqteda Sedr: Ji bo serkevtinê me salek danî ber Adil Ebdulmehdî

04-10-2018
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedr Serokwezîr Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr ragihand, aliyên siyasî li ser wê yekê li hev kirin ku ji bo serokwezîrê nû yê Iraqê demeke bi dirêjahiya salekê were danîn, daku serkevtina xwe li ser wê postê îsbat bike.

 

Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye: “Me karî serokwezîrekî serbixwe û dûr ji gendeliya hikûmeta berê deynin. Ji me re ragihandiye ku dê bêyî ti guvaşeke partî û pişpişkaniya tayîfî û netewî kabîneya wezareta xwe pêk bîne, herwiha qebûl nekir ku ti wezîrek ji Tevgera Sedr namzed bike.”

 

Sedr dibêje: “Pêngavên me yên çaksaziyê dest pê kirin. Em dê li gor şiyana xwe temam jî bikin. Em hewldanên merciyeta bilind û hemû wan kesên ku alîkar bûn, bilind dibînin, ji bo îsbatkirina serkevtina xwe li hember Xweda û gel, me li ser wê yekê li hev kir ku demeke bi dirêjahiya salekê bidin serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî, daku li ser bingeheke rast pêngavên cidî bigre ber xwe, weke ku serokwezîrê berê hewl da.”

 

Muqteda Sedr ku serokatiya Hevpeymaniya Saîrûn dikir û bi bidestxistina 54 kursî bûye mezintirîn hevpeymanî, diyar dike: “Yan reform bi temamî dê bi ser bikeve, yan jî gel dê bi yekcarî serî hilde.”

 

Piştî ku Serokomarê nû yê Iraqê Berhem Salih pêkanîna hikûmetê raspart, Adil Ebdulmehdî bi mebesta pêkanîna hikûmeta nû, dest bi gotûbêjên xwe yên bi aliyên siyasî re kir. Li gor destûra Iraqê, ji bo pêkanîna hikûmetê demeke bi dirêjahiya mehekê li ber dest e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst