Emar Hekîm li ser referandumê peyam da Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê Şîe Emar El Hekîm ragihand, merceiyeta şîe weke berê, îro jî Kurdan diparêze.

 

Emar El Hekîm îro di daxuyaniya xwe de li ser referanduma Başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir: “Em dibînin, bêyî ku li gel aliyên din ên vî welatî were axavtin, ji bo cihêbûnê hin pêngavên yekalî têne avêtin.”

 

El Hekîm destnîşan kir, ku helwesta xwe ya li ser referandumê bi awayekî aşkere nîşan daye û got:

 

“Ji ber ku hikûmetê jî gav avêtin û pabendî biryaran bûn, em spas dikin. Welatên cîhanê jî helwesta xwe nîşan dan. Lê me îro daxuyaniyên dawî bihîstin ku ji berjewendiyên siyasî dûr bûn.

 

Li ser vê mijarê, ajendayeke siyasî ku helwesta Birêz Sîstanî biguherîne tine ye. Ew gelek kêm daxuyanî dide, lê dema ku bibîne welat bi fitneyan dorpêç bûye, di demeke guncaw de bi awayekî zelal û aşkere gotina xwe dibêje.

 

Îro jî li hember krîza referandumê û pêngavên cihêbûnê, bi awayekî zelal sînor û prensîb diyar kirin. Lê gelo em wî guhdarî dikin, dibihîzin, em ji van gotinan fêm dikin? Gelo em li ser xeta ku îro merceiyet ji bo xelkê Iraqê, hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê û ji bo hêzên siyasî xêz kiriye dimeşin, an jî gelo em girêdayî wê xetê ne?

 

Ez ji bo gelê me yê ku li Kurdistanê ne dibêjim, berê merceiyeta olî Îmam Muhsîn El Hekîm helwesteke gelek di cih de nîşan dabû û fetwayek derxistibû ku şerê li dijî Kurdan heram e. Lê artêşên cihû di bin perdeya îslamê de, ji bo ku Kurdan ji holê rakin dest bi liv û tevgerê kiribûn. Her kesî weke zalim îlan kiribûn û biryar dabûn ku divê werin kuştin.

 

Lê belê Îmam El Hekîm bi fetwaya xwe pêşiya vê yekê girt. Xelkê Kurdistanê bi rastî jî xelkekî bi wefa ye û vê yekê ti car jibîr nekirin. Niha jî merceiyeta bilind Îmam Sîstanî, ji bo rizgariya gelê Kurdistanê nexşerêyek pêşkêş dike. Gelo em dibînin ku berjewendiyên şexsî dikevin pêşiya berjewendiyên giştî yên ku merceiyeta bilind diyar kirine?

 

Merceiyet asta gelê Kurd di cih de hiştiye û aşkere kiriye ku divê hemû mafên destûrî yên Kurdan werin parastin û di bin garantiyê de bin. Li Kurdistanê, li Bexdayê, li Diyaleyê, li Firatê, li başûr, li rojava û li her derê divê mafên wan werin parastin û ti zirar nebînin. Parastina yekîtiya axa Iraqê hatiye dabînkirin.”