Partiyên Kurdistanî civînên Parlamentoya Îraqê boykot dikin: Sedem çi ye?

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îraqê Partiyên Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên Kurdistanî heta projeyasaya vegerandina zevî û xaniyên Kurdan bikeve rojevê dê civînên Parlamentoya Îraqê boykot bikin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Cemal Koçer û Serokê Fraksiyona Civaka Dadgeriyê Soran Omer ji Rûdawê re ragihand ku hemû fraksyonên Kurdistanî civînên Parlamentoya Îraqê boykot kirine.

Serokên her du fraksiyonan destnîşan kir ku heta projeyasaya vegerandina zevî û xaniyan bikeve rojeva dengdanê ya parlamentoyê ew dê beşdarî civînan nebin.

Xwendina yekem û duyem a projeyasayê hatiye kirin û ji bo dengdayînê doh ketibû rojevê lê rûniştin nehat kirin.

Serokê Fraksiyona Civaka Dadgeriyê Soran Omer li ser mijarê got:

“Sune di serî de li dijî projeyasayê ne. Şîe jî piştgiriya Suneyan dikin.”

Soran Omer her wiha anî ziman:

“Biryar hatibû dayîn ku îro parlamento bicive lê fraksiyonên Kurdistanî heta projeyasa dikeve rojevê û deng li ser tê dayîn rê li ber wê yekê girt û em beşdarî civînên parlamentoyê nabin.”

Serokê Fraksiyona Civaka Dadgeriyê da zanîn ku li Parlamentoya Îraqê komîteyek hatiye avakirin û biryar e heta dawiya hefteya bê rapora xwe ya ji bo rêkeftinê û dengdana li ser wê pêşkeş bike.

Şeva borî fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Îraqê ku ji PDK, YNK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Newey Nwê, Civaka Dadgeriyê û parlamenterekî Xirîstiyan pêk tê peyameke hevbeş a nerazîbûnê belav kir.

Fraksiyonan ragihand ku di rûniştina doh de hin aliyan rê li ber derbasbûna projeyasaya “vegerandina milkan a ji xwediyên wan re” girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst