VÎDEO - Melayê ku keçek ramûsa, ji ber gefan xwe avête bextê Sedr

04-09-2022
RÛDAW
VÎDEO – Melayê ku keçek ramûsa, ji ber gefan xwe avête bextê Sedr
VÎDEO – Melayê ku keçek ramûsa, ji ber gefan xwe avête bextê Sedr
Nîşan Iraq Mela Sedr Alîgirên Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seyîd Elî Şerîfî melayekî Şîe yê "modern" e û ji navçeya Sedr a Bexdayê ye, Seyîd Elî Şerîfî bi vekirîbûna xwe ya danûstandina jinan re bi nav û deng e.

Şerîfî di vîdyoyekê de ku rûyê keçekê maç dike lê piştî vê yekê xelk gefan li wî dixwe. Şerîfî piştî wê got, “Ez bi niyaz im ji bo rizgarkirina jiyana xwe û malbata xwe herim Hewlêrê.”

Şerîfî herî dawî di hesabê xwe yê Facebookê de belav kir û anî ziman, “Ez nikarim bersiva telefonan bidim, ji ber ku gelek gefan li min dixwin, ji ber wê jî min çenteyê xwe amade kiriye û heta rewş aram bibe ez ê herim Hewlêrê.”

Seyîd Elî Şerîfî di weşana zindî de zerfekê vedike kaxezekî nîşan dide ku li ser nivîsandiye, "Tu kûçikê lanetkirî yî û dawiya te nêzîk e" û paşê guleyekê ji zerfê derdixe û dibêje, “Wan ev gule di vê zerfê de ji min re şandine.”

Seyîd Elî Şerîfî herî dawî ji bo ku xwe rizgar bike, xwe davêje bextê Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr. Muqteda Sedr jî ragihandiye ku êdî ew di bin hîmayeya wî da ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst