Li Îraqê 2 leşkerên Amerîkayê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku 2 leşkerên wan li Îraqê canê xwe ji dest daye.

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh li Bexdaya paytexta Îraqê 2 leşkerên wan di bûyerên cuda yên ne şer de canê xwe ji dest daye.

Navê leşkerên ku mirine Travis Jordan Pameny û Owen James Elliott e.

Herwiha hat ragihandin her du leşker jî 23 salî ne.  

Li gorî daxuyaniyê leşkerê bi navê Travis Jordan Pameny li cihekî navî wê derê nehatiye eşkerekirin qeza kir û piştre li Bexdayê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha leşkerî din ê bi navê Owen James Elliott jî li Bexdayê di qezayekê de canê xwe ji dest daye.