Heyder Ebadî: Min dikarî dijminahiya Kurd-Ereb zêde bikim lê…

Serokwezîrê berê yê Iraqê, Heyder Ebadî di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, behsa dûrketina xwe ji serkirdatiya Partiya Deiwe û nêrîna xwe derbarê hikûmeta niha û pirsgirêkên wê hikûmetê û herwiha planên xwe bo pêşerojê dike.

 

Heyder Ebadî herwiha behsa bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, referandum û peywnediyên xwe li gel serkirdatiya Kurd dike û dibêje, di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de û herwiha di dema bûyerên 16ê Cotmehê de jî wî têkiliyên xwe bi berpirsên Herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî re qut nekiriye.

 

Ebadî rijd e li ser wê yekê ku ya di 16ê Cotmeha 2017an de li Kerkûkê û navçeyên din qewimî, rast û dirist bû û dibêje, Bexdayê tenê yasa li wan deveran sepand, ji ber ku bi gotina wî, li gor destûra Iraqê, divê Kerkûk di bin desthilata hikûmeta federal de be.

 

Berfirehiya vê hevpeyvînê li jêr bixwînin:

 

Rûdaw: Di demên bihorî de te dest ji hemû postên hizbî berda û te dest ji partiya Deiwe jî berda, te rexne jî lê girt. Partiya Deiwe bi vê serkirdatiya niha çawan dikare careke din di asta nêrînên we de be? Tu çawan dikarî desthilatê werbigrî?

 

Heyder Ebadî: Partiya Deiwe yek ji partiyên kevnar e û gelek qurbanî li dijî sîstema dîktatoriyê daye, gelek tişt jî pêşkêşî gelê iraqê û civakê bi giştî kiriye. Lê belê em li vir behsa karûbaran û kesan dikin, hemû kes di her partiyekê yan rêbazekê de kar bike, ji şaşiyan bêpar nîne, lewma em di her rêbazekê de jî kar bikin, divê em wê baş bikin, ji wan jî rêbaza partiyê û rêbaza dewletê û her aliyê ku em têde dixebitin. Ji bo ku karûbaran baş bikî û reforman bikî, divê tu rexne bikî û amaje bi şaşiyan bikî. Ti rêbazek bê şaşî nîne, lewma em amaje bi wan şaşiyan dikin. Ez, nêrîna min li gel te cuda ye û ne di vê baweriyê de me, Partiya Deiwe bi wê şêweyê desthilat girtibe destê xwe, sê çar caran serokwezîr ji wan bû, lê belê hikûmet li Iraqê hikûmeteke hevbeş e û çend alî têde beşdar in. Lewma hemû berpirs in di şikest û serkeftinê de.

 

Şaşiyên herî xirab ên Partiya Deiwe piştî sala 2003an çi bûye?

 

Di vê baweriyê de me, kun û nebûne, hemû partiyek pêwîst e xwe nû bike, partiya Deiwe rastî êrîşke tund hat ji aliyê desthilata Beis ve, ji bidarvekirin bigre heta zîndanîkirinê û gelek ji endamên wê bo derveyî Iraqê koç kirin. Partiyê pêwîstî bi têkelbûna zêdetir a li gel xelkê ye. Em dê kêfxweş ban ku me bêtir ruxsarê xortan ji hemû netew û arasteyan dîtiba. Di vê baweriyê de me ku partiyê dikarî gelek ji wê zêdetir bike ku heta niha kiriye.

 

Gelo serkirdatiya nû ya Partiya Deiwe dikare partiyê nû bike û vegerîne nav qadê?

 

Min hêviya vê yekê dikir, lewra ez ji hemû pêgeh û berpirsyariyên serkirdatiya partiyê vekişiyam û min daxwaz ji birayên xwe jî kir ku vekişin, lê belê diyar e hin kes hene wê yekê naxwazin û dixwazin berdewam bin li pêgehên xwe. Bila em çaverê bin û bibînin, ez bi xwe niha, min ti posteke serkirdatiyê di nav Partiya Deiweyê de nîne.

 

Wate te tenê weke serkirdatiyê dest jê berdaye û tu hêj endamê Partiya Deiwe yî?

 

Endambûn di Partiya Deiwe de vekirî ye. Bi vê wateyê ku nikarî dest ji dîroka xwe berdî. Tevî k utu dest ji postekî diyarkirî jî berdidî, lê belê dîroka pêncî salên xebat û cîhad û rêbazê, ez nikarim dest ji vê rêbazê berdim, çimku me gelek têde kar kiriye û nabe em bi pêngavekî jê bibin, lewra belê ez berdewam im li ser vê rêbaza qurbanîdan û bexşînê.

 

Dixwazî Partiya Deiwe baş bikî yan partiyeke din ava bikî?

 

Na, ez partiyeke din ava nakim, di vê baweriyê de me, di vê dema niha de me pêwîstî bi partiyeke îdeolojîk nîne, renge partiyên îdeolojîk, li cihekî din pêwîst bin, di warekî din de ku Iraqê pêwîstî pê hebe.

 

Tu weke opozisyonê yî di nav Partiya Deiwe de, herwiha weke opozisyon têyî dîtin di hikûmeta Adil Ebdulmehdî de, hûn dixwazin li gel Bizava Hikme eniyeke opozisyonê çê bikin li hemer hikûmeta Ebdulmehdî?

 

Bizava Hikme nêzîkî me ne, em di hevpeymaniyekê de bûn, di Hevpeymaniya Îslah de, berî vê jî hevpeymanî hebû di hikûmeta berê de, ew nêzîkî me ne, di karên xwe û nêrînên xwe de, bi şêweyekê giştî. Lê belê her yek ji me taybetmendiya xwe jî heye, em di opozisyonê de, me nêrîna xwe heye û me nav lê kir opozisyona bihêzkirinê û me bi hûrgiliyan jî ev yek zelal kir. Em xwe wisa nabînin ku li dijî hikûmeta niha bin û em naxwazin jî ji kar bixin an lawaz bikin, lê em dixwazin bihêz bikin, lê şêweya bihêzkirinê ev e ku em amaje bi cihê kêşeyan bikin, daku ev kêşe bêne çareserkirin, û em amaje bi cihê hêzê jî bikin, daku ev hêz zêdetir bibe. Ev arasteya me ye di vî demê niha de, ji bo ku em rewşê baş bikin, lê belê eger ev hikûmeta niha şiyana çaksaziyê nebe, me dê şêweyeke din a karkirinê hebe.

 

Rexneya we ya herî diyar li wê hikûmetê çî ye?

 

Renge sê babet bin, yekem pirsa asayişê ye, hikûmet asayişeke baş jê re ma, diviyabû ji destpêka karên xwe ve karên berê bi dawî kiriba ku dubare avakirina hêzên ewlehî ye. Em dibînin di vê dosyeyê de paşveçûn heye. Mijareke din xerciyên hikûmetê ye, di serdema me de, me xerciyên hikûmetê kêm kirin, lê mixabin em têbînî dikin ku hikûmet xerciyan di asteke metirsîdar de berfireh dike. Niha reşnivîseke bûdceyê bo sala 2020an pêşkêş kirine ku reşnivîseke metirsîdar e, gelek kêmasiyên mezin têde hene û xerciyên nedirûşyî û qebûlnekirî têde hene. Xala sêyem danîna berjewendiyên Iraqê li pêş her tiştî ye, em serederiyê li gel welatên cîran dikin, lê belê em wiha serederiyê nakin ku bersiva her tiştî bidin ku ji me daxwaz dikin û di encamê de em berjewendiya Iraqê li pêş danin. Divê em bi şêweyekê serederiyê li gel welatên cîran bikin, ku berjewendiya Iraqê li pêş her tiştî danin.

 

Tê behskirin ku hin hewl hene ji bo rûxandina hikûmeta Ebdulmehdî, ti zanyariyên re di vê derbarê de hene?

 

Ez derbarê rûxandina her hikûmetekê de hişyariyê didim, hikûmet divê dema xwe werbigre ku 4 sal in. Divê em rê bidin hikûmetê, çar salan kar bike û ya ku dikare pêk bîne. Xistina hikûmetê di dema karkirina wê de dibe sedema lawazkirina dewletê, çimku core urfêk çê dibe jibo xistina hikûmetan, ew jî dibe sedema paşveçûnê di dewletê de, tenê di haletekê de nebe, ew jî eger hikûmet nekare berdewam be.

 

Bi şêweyekî giştî ez li dijî wê yekê me ku di dema wê ya diyarkirî de hikûmet ji kar were xistin, eger hikûmetê şiyana wê yekê hebe ku berdewam be.

 

Di 2017ê de we proseyek dest pê kir bi navê sepandina yasayê, lê belê paşê rewşeke neseqamgîr çêbû û xelk ji Kerkûkê û navçeyên din tên derkirin û berhemên wan tên şewitandin. Di vê baweriyê de yî ku wê demê şaşî çêbû, lewma niha gihîştiye vê rewşa niha?

 

Rewşa Kerkûkê rewşeke taybet e di destûra Iraqê de, li gor desûrê divê rewşa Kerkûkê di bin desthilata federalî de bimîne, li gel hatina terorê û DAIŞê, ew balans têkçû. Ez di vê baweriyê de me, yek ji wan şaşiyê ku çêbû, ew bû ku DAIŞ hat bihêzkirin, daku derbasî nav Iraqê bibe. DAIŞê Hewîce dagîr kir û gihîşte derdora Kerkûkê. Spas bo Xwedê, me karî DAIŞê ji nav bibin û wan navçeyan azad bikin, herwiha dibû ku Kerkûk vegere rewşa xwe ya asayî, me ew yek kir, nerîna min cuda ye, renge niha li Kerkûkê pêkvejiyana di navbera netew û pêkhateyan ji berê baştir be, ew desthilata federalî ya ku li Kerkûkê heye, bi kêmanî di serdema min de fermaneke tund hebû, jibo ku li ser bingeha hevwelatîbûnê serederiyê li gel hevwelatiyan bê kirin, bêyî berçavgirtina netewê. Spas bo Xwedê, hêzên ewlehiyê li Kerkûkê di serederîkirina li gel hevwelatiyan de, serkevtî bûn, me heta guhertin di polîsê xwecihî yê Kerkûkê de jî nekir ku piraniya wan xelkê parêzgehê ne. Ne di wê baweriyê de me, ku rewşa niha ya Kerkûkê ji berê xirabtir be, belku ji berê baştir e, ku berê tenê aliyekî kontrola Kerkûkê dikir.

 

 

Lê belê hin xelkê Kerkûkê hêj aware ne û li Herêma Kurdistanê ne, beşek ji dexlûdanên xelkê jî hatine şewitandin, başî di çi de ye?

 

Şewitandina dexlûdanan tawan e û ez hêvîdar bûm ku hikûmet zelalkirinek hebe li ser wê yekê ku çima îsal wiha bi awayekê berfireh dexlûdanên xelkê hatin şewitandin, ne tenê li Kerkûkê belku li Neynewa û navçeyên din jî. Hewlek hebû ji aliyê terorîstan vey an aliyekî din, diviyabû hikûmet lêkolîneke piralî di vê bareyê de kiriba. Her çi be, wê yekê peywendî bi dubare sepandina yasayê li Kerkûkê ve tune ye, bêguman nexweş e jibo min ku propaganda û kempîneke medyayî ya berfireh hebû ji aliyê çend partiyên Kurdistanê, ku hêzên li Kerkûkê weke dagîrker bi nav dikirin. Ya ku me jibo hewl da, rêgirtin ji dabeşbûna welat bû. Ewlehî û yasa li Kerkûkê bêyî rijandina xwînê hat sepandin, lê belê çima li Xurmatûyê xwîn rijiya?

 

Xurmatû bi temamî di bin desthilata Pêşmerge de bû, pêş salekê me daxwaz kir, rê bidin hêzên federal ên Iraqê bi wan re bin, daku ewlehî baştir bibe, lê wan red kir. Paşê pevçûn li gel nîştecihan derket. Hûn dizanin ku li Xurmatûyê hestyarî hebû di navbera birayên Tirkmen û Kurd de. Pêşmerge bersiv da wan û paşê bi carekê çûn û alozî derket. Di maweya 24 demjiêran de min ferman da, hêzên federalî bê şandin û Xurmatû hat kontrolkirin û ewlehî hat sepandin.

 

Tê gotin, eger rêkeftina li gel grûpeke nav YNKê nebûya ku bi grûpa 16ê Cotmehê tên naskirin, we nedikarî derbasî nav Kerkûkê bin, dixwazin wê yekê zelal bikî, rêkeftin bi çi awayî bû?

 

Ew gotin rast û bi hûrgirlî nîne, ez dê rastiya wê ji te re bêjim, rastiya wê ev e ku min bi şêweyekî zelal serederî li gel Pêşmerge kir, min Pêşmerge weke dijmin nehesiband. Gotara min ji bo Pêşmerge ew bû ku hûn ji me ne û em rêzê li we digrin û ez dê hevahengiyê li gel we bikim. Pêşmerge şer nekir, tevî ku serkirdatiya wan fermana şerkirinê dane wan. Pêşmerge nexwest bikeve nav şerekî li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê. Min di medyayê de bihîst ku aliyek bi xiyanetê hatiye tohmetbarkirin, bi nerîna min berî ku kesekî bi xiyanetê tohmetbar bikî, tu pêdeçûnê bi siyaseta xwe bikî, baştir e.

 

Lê belê renge hinek bêjin, Pêşmerge li Pirdê û Sihêla şer kir?

 

Ew paşê bû, piştî maweyekê ferman derket. Hewlek bû ji bo mijûlkirin û xwînrijandinê, ew jî siyaseteke şaş e. Mixabin hin aliyan li Herêma Kurdistanê, medyayên wan şer û xwînrijandin dixwestin, daku Kurd li pişt wan bimînin û kontrola Kurdan bikin.

 

Siyaseta me bi temamî berovajiyê wê bû, me nedixwest xwîn birije, bi zelalî tiştekê ji te re bibêjim, me dikarî ji wê zêdetir biçin pêş, çimku rêya li pêşiya me vekirî bû, lê belê me nexwest wê yekê bikin, çimku me zanî eger hêzên me bêtir biçin, dê xwîn birije.

 

Eger we dikarî zêdetir bêne pêş, jixwe tanka we ya Abramz li Pirdê hat şikandin, ku Pêşmerge şer kir, Heşda Şeibî şikest, we çawa dikarî zêdetir bêne pêş?

 

Ne rast e, ew destdirêjiyeke bê hincet bû, hewlek bû jibo rûbirûbûna li gel artêşa Iraqê. Ew tank di esas de arasteya wan ber bi Hewlêrê ve nebûn, belku tenê yasa hat sepandin, kêşeyek çêbû û di vê derbarê de lêkolîn jî hate kirin. Hewlek bû ji aliyê hin serkirdeyên li Herêma Kurdistanê, jibo ku artêşa Iraqê bikişînin nav şerekî rasterast, em ji wê yekê dûr ketin û di dawiyê de ez serokwezîrê Iraqê bûm û berjewendiya Kurd jibo min giring e, her weke ku berjewendiya Ereb jibo min giring e. Ez diêşim, dema ku dibînim kurdek tê kuştin an jî kurdek êşê dikişîne, yan jî mûçeya wî nîne, lewma tê bîra we, ku gotin pere nîne jibo dayîna mûçe ûgihîştina bi qonaxekî dijwar li Kurdistanê, min tîmek şand daku di vê derbarê de lêkolînê bikin û hûrbînî di mûçeyan de kirin, gihîştin wê encamê ku li Kurdistanê 400 hezar fermanber hene, ew zanyarî ji aliyê herêmê ve hatin dayîn. Li gor wê jî me mûçe ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê şand.

 

Di referandumê de we komek ceza bi ser Herêma Kurdistanê de sepand, sedema wê çi bû?

 

Me siza nesepandin, wan hewl da ku nav lê bikin siza. Me hewl da ku mekanîzma dirist bisepînin, her tiştek ku têkiliya wê bi derveyî Iraqê hebe, federalî ye lewma eger têbînî bikî, li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, me rêgirî li geştên navxweyî nekir, çimku federalî nebûn, me rêgirî li geştên bo derve kir, heta wê demê ku desthilata feseralî tê sepandin, me xwest wê yekê bisepînin lê wan red kir, lewra em neçar bûn geştên bo derve bidin rawestandin. Piştî pabendbûna wan, me geşt vegerandin. Mijareke din heye, artêşa Iraqê berevanî li Kurdistanê jî kir, Pêşmerge û hêzên din û xelk bi şev bi aramî radiketin. Hêzên artêşa Iraqê li çend mîhweran li gel Pêşmerge beşdar bûn û me dawî li DAIŞê anî, dirist nebû piştî azadkirina Mûsilê, referandumê bikî û bixwazî beşek ji Iraqê cuda bikî, em di Iraqê de şirkê hev in û dema şirîkî jî hebe, mafê te tune ye beşek ji wê şirîkatiyê biqedînî bêyî rêkeftin û ji hev têgihîştinê. Bi nerîna min ew serkirdeyên ku referandum kirin, berpirsyariya wê yekê li stu digirin ku qewimî, ne ez.

 

Serkirdatiya Kurd çend caran şanda wan hatin Bexdayê û gotin, ew referandum bo cudabûnê nîne û tenê ji bo wergirtina nerîna xelkê ye.

 

Raste ew yek gotin, min ji wan re got, eger wiha ye, ew ne referandum e û wergirtina nerîna xelkê ye, gelek ji dezgehên medyayî û saziyên din rapirsiyan dikin, wê demê çima li herêmê hikûmet wî karî dike, nerînan bi rêya saziyên din werbigrin. Ez weke serokwezîr, berê jî min ragihandibû ku rêzê li xwesteka Kurd digirim ku dixwazin dewletekê ava bikin li navxweyê Iraqê yan li derveyî Iraqê, lê belê ev tiştek e û tu bixwazî tek alî beşek ji Iraqê cuda bikî, tiştekî din e. Wan wisa digot, lê dema ku nêzîkî referandumê bûn, behsa tiştekî din dikirin, behsa defaktoyê dikirin, min heta referandumê jî tiştek nekir, lê belê min daxwaz ji Dadgeha Federalî kir, referandumê red bike û me civaka navdewletî agahdar kir, ku em li dijî wê yekê ne, civaka navdewletî jî bi me re bû.

 

Tê gotin, ew rêkarên te ji bo wê yekê bû ku alîgiriya ji bo xwe di dema hilbijartinan de zêde bikî?

 

Na, min pêwîstî bi wê yekê nebû, eger min ew bixwestiba, min dê ahengek mezin li Kerkûkê û navçeyên din kiriba, min heta di dema propagandayên hilbijartinê de jî serdana Kerkûkê nekir. Min ew nedixwest, eger min bixwetiba xûla duyem bibim, min dikarî nefesa dijatiya Ereb li hember Kurd zêde bikim û Ereban dê deng bidana min, lê belê min ew nekir, lê ez rijd bûm li ser berjewendiya xelk û welatiyên Kurd.

 

Piştî bûyerên Cotmeha 2017an, we hinek peywendiyên ragihandî û neragihandî bi Nêçîrvan Barzanî re hebû, ku wê demê serokwezîr bû, jibo ku peywendiyan rêk bixin, ew çawa bû?

 

Piraniya wê ragihandî bû, serdanên fermî û dirist bûn, armanc ew bû ku em li welatekî ne û divê di vê çarçoveyê de hevaheng bin. Tu dibêjî siza, lê vekirina firokexaneyan berî hilbijartinan bi du mehan bû, şandina mûçeyan berî hilbijartinan bû, wate siza nebû. Eger bi rastî min bixweta serkeftibê bi dest bixim, min firokexane nedivekirin û min mûçe nedişandin heta piştî hilbijartinan, daku serkeftinê bi dest bixim. Di wê baweriyê de me, hevahengiyeke baş bû û birêz Nêçîrvan Barzanî di vê çarçoveyê de hevaheng bû û kêfxweş bû bi vê hevahengiyê û ji hev têgihîştineke baş hebû di navbera me de. Ew ji kesayetî û serkirdeyên gennc e û ez jî geşbînim bi wê yekê ku renge Kurdistan ber bi arasteyeke din ve biçe. Herwiha peywendiyên me li gel birêz Mesrûr Barzanî jî baş bûn, heta li gel birêz Mesûd Barzanî jî peywendî qut nebûn, di vê çarçoveyê de.

 

Heta piştî 16ê Cotmehê jî we peywendî qut nekir?

 

Na, heta di dema referandumê de peywendî hebû, ji bo ku em hewla ragirtina encamên wê bidin, ew ne babet û milmilaniyekî şexsî ye, berovajiyê wê, peywendiyên me gelek baş in, lê nerîn cuda ne li ser ya ku çêdibe û li ser berjewendiya welat û gel. Lewra beşek ji wan rêkarên ku min cîbicî kirin, di wê çarçoveyê de bû. Bi wê belgeyê ku peywnediyên min li gel birêz Mesûd Barzanî têkneçûn, wî li Bexdayê serdana min kir, bi wê wateyê ku tiştek tune ye û min ti tiştekî şexsî li dijî wî nekir û wî jî ti tiştekî şexsî li dijî min nekir.