Mendelawî xwest ku Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe alîkar

04-07-2024
Nîşan Serok Barzanî Muhsîn Mendelawî Hevdîtin Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî ji Serok Barzanî xwest ku ji bo çareserkirian pirsgirêkan bibe alîkar.

Serok Barzanî û Wekîlê Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî li Bexdayê hevdîtinek kir.

Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Serok Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm, Wezîrê Parastinê Sabit Ebasî, Wezîrê Karûbarên Civakî Ehmed Esedî û gelek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî hevdîtina xwe ya ewil Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir û wan peyamên girîng dan.

Serok Barzanî îro jî bi Wekîlê Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî hevdîtinek kir.

Ofîsa Barzanî ragihand ku Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî li ser mijarên cuda yên li rojevê axivîne.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, Muhsîn Mendelawî pesnê “Rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di pêvajoya siyasî ya Îraqê de” daye.

Muhsîn Mendelawî herwiha xwestiye ku Serok Barzanî ji bo çareserkirian pirsgirêkan bibe alîkar

Ofîsa Barzanî ragihand ku “diyarkirina serokê encûmena Nînowayê” jî yek ji mijarên hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst