Bexda (Rûdaw) – Piştî teqînên duh ên li taxa Kerade ya Bexdayê, hejmara kesên jiyana xwe jidest dane gehişte 167 kesan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar in. Li welat 3 roj şîna neteweyî hate ragihandin
Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ragihand ku di êrîşa xwekujî ya li taxa Kerade ya Bexdayê de hejmara kuştiyan ji 160 kesan derbazkir.
Li gor zanyariyan 3 kesên jiyana xwe jidest dane Kurd in û du ji wan birane. Têgotin ku hê jî hindek termê qurnabiyan di bin avahiya hilweşiyayî de ne.
Piştî teqînan welatiyên Baxdayê li Kerade xwepêşandanek sazkirin û daxwaza dest ji kar kêşandina Wezîrê Navxwe û Fermandarê Operasyonên Bexdayê kirin.
Piştî teqînên duh ên li Bexdayê, hikumetê biryara 3 roj şîna neteweyî dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse