6 zarok di nav çemê Firatê de xeniqîn; 4 jê xûşk û bira ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî ser bi qezaya Fellûce ya Iraqê ve 6 zarok ketin nav çemê Firatê û xeniqîn, ku 4 jê xwişk û bira bûn. Li gor agahiyan, temenê zarokan di navbera 8-14 saliyê de bûye.

Bûyer duh li gundê Nîhme yê ser bi Fellûceyê ve çê bûye. Li gor zanyariyan, Ubeyde Elî Feyyaz ê temen 8 salî yekem zarok bûye ku ketiye nav çem û xeniqiye. Paşê 3 xûşkên wî yên bi navê Henîn, Rîtac û Ezra ku li jêr 14 saliyê bûne, hewl dane birayê xwe rizgar bikin lê belê hewldanên wan bê encam bûne û ew bixwe jî xeniqîne.

Piştre keçxaleke wan a bi navê Şehd Hemîd a 10 salî û herwiha meteke wan bi navê Nebe Feyyaz a 14 salî jî hewla rizgarkirina heval û xizmên xwe dane, lê biserneketine û xeniqîne.

Îbrahîm Feyyaz Elî, mamê çar zarokên xûşk û bira yên xeniqî ji Rûdawê re axivî û got, “Min bi destê xwe her şeş zarok yek li pey yek ji rûbar derxistin, paşê cenaze bo nexweşxaneyê hatin şandin.”

Li gundê Nîhme yê Fellûceyê merasîma şîna wan zarokan hatiye danîn. Tîma Rûdawê jî diçe gund ku îsal cejna wan bûye şîn û karesat.

Maqûl û rîspiyên gund daxwaz ji şêniyên gund û malbatan dikin, zêdetir agahdarî zarokên xwe bin daku karesatên weke ya îsal dubare nebin.

Şêx Ebas Hemîd, mamê zarokan behsa awayê rûdana bûyerê dike û dibêje, “Zarok çûne nav bostaneke nêzîk çem, paşê yekemîn zarok ketiye nav çemê Firatê, paşê ewan keçan hewl dane wî rizgar bikin, lê belê ew jî li pey hev xeniqîne. Zarokek maye û bilez vegeriyaye cem kesûkarên xwe û bûyer ji wan re vegotiye, dema çûne ser çem, ewên din xeniqî bûn û piştre ew derxistibûn.”

Xelîl Mihemed Cumîlî, Muxtarê gundê Nîhme jî dibêje, “Em daxwaz ji hemû malbatan dikin, rê nedin zarokên wan bi tenê biçin ser çem, çimku tûşî metirsiyên mezin dibin.”

Li Iraqê di demsalên havînê de rêjeya mirin û xeniqîna zarokan û heta xortan jî bi sedema bilindbûna pileyên germiya hewayê zêde dibe.