Sûdanî: Bi tevgereke aqilmendane me Îraq ji şer dûr xist

Mihemed Şiya Sûdanî\ Wêne: Arşîva Rûdawê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku bi hevkariyeke hişmendane û berpirsiyarî wan Îraq ji şer dûr xist.

Sûdanî diyar kir ku hin kesan dixwest Îraqê bibin nav şer û pevçûnan lê wan rê li ber vê yekê girt.

Serokwezîrê Îraqê li Bexdayê di gotarekê de got, "Herêm di rewşeke tevlihev re derbas dibe û mezintirîn ceribandina hikûmetê jî ew bû, tevkî helwesta xwe ya neguhertî ji bo dosyeya Filistînê çawa bi wan qeyranên heyî re pêwendiyê deyne.

 Bi têkiliyên hişmendane û berpirsiyarî me karî ku Îraqê biparêzin û rê nedin ku bikeve nav şer.

Her çend hin dengên tund û bi lez hebûn ku dixwestin Îraqê bibin nav şer û pevçûnan."

“Em nikarin paşeroja welatê xwe bi petrolê girê bidin”

Serokwezîrê Îraqê behsa rewşa aborî ya welatê xwe kir û got:

“Em nikarin paşeroja welat tenê bi petrolê ve girê bidin, bi taybetî ku Îraq xwedî şiyanên çandinî, pîşesazî û geştyariyê ye.

Welatê me bi cihê xwe yê erdnîgarî wekî rêyeke bazirganî ya cîhanî tê nasîn, ji ber vê me dest bi projeyê Rêya Bipêşketinê kir

Em ji bo gihîştina armancên xwe kar dikin, şiyan, çavkanî û xwestina me ji bo rûbirûbûna astengiyên curbicur hene; kar li ser veguhastina gazê ji bo stasyonên karebayê jî berdewam dike."

Mihemed Şiya Sûdanî di beşeke din a axaftina xwe de got, "Paşeroja Îraqê hêvîbar e, ev jî di bin sîbera gelê wê de ye.

Xwestineke rasteqîn a ji bo çaksaziyê heye. Di du sal û nîvê temenê hikûmetê de, me bi pêşketina ber biçav di vî warî de bi dest xistiye."

Ev daxuyaniya Sûdanî di demekê de ye ku rûdanên piştî destpêka şerê Xezeyê bandor li welatên herêmê yên wekî Filistîn, Îsraîl, Lubnan, Sûriye û Yemenê kiriye.