Hewlêr (Rûdaw) – Beriya 45 salan bi hezaran Kurdên Feylî hatin kuştin û ji 300 hezar Kurdên Feylî jî nasnameyên wan hatin standin.
Îro 45emîn salvegera Komkujiya Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîmên berê yên Îraqê ve hat kirin.
Kurdên Feylî yên li Kerkûk û yên li derdorê Çemê Dîcleyê bûn qurbaniyên ceribandina çekên kîmyayî.
45 sal beriya niha Komkujiya Kurdên Feyilî dest pê kir û ji sala 1980an heta 1990î kes nizane çi bi serê 20 hezar Kurdên Feylî hatiye û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Li Îraqê piştî sala 2003yan her çend gelek gorên bikom hatin dîtin jî lê heta niha kes nizane çi bi serê 20 hezar Kurdên Feylî hatiye.
Kurdên Feylî li Başûrê Kurdistanê li derdorê Çemê Dîcleyê dijîn, erdnîgariya lê dijîn heta derdorê Bexdayê dirêj dibe.
Bi deh hezaran Kurdên Başûrê Kurdistanê bûn qurbaniyên nijadperestî û şoveniya rejîma Beasê.
Qirkirina 20 hezar ciwanên Kurd ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve, winda bûn û şopa wan nehat dîtin.
Celal Talebanî bi awayekî fermî diyar kiribû kû di rastiya xwe de Enfal, sala 1980an bi sirgunkirin û jiholêrakirina dest pê kiriye û heta salên 90î berdewam kiriye.
Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd diyar dikin, çekên kîmyayî ku li Helebceyê û deverên din hatine bikaranîn, berê ji bo “ceribandina çekan” li ser Kurdên Feylî yên hatin sirgunkirin hatiye ceribandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse