Beşîr Hedad: Heta li ser budceyê rêkeftin çê nebe parlamento nacive

04-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku heta aliyên siyasî derbarê budceyê de negihin rêkeftinê, Parlamentoya Iraqê nacive. Seroka Fraksyona YNKê di parlamentoya Iraqê de Ala Talebanî jî dibêje, Herêma Kurdistanê radestkirina tevaya dosyeya petrolê bi Bexdayê qebûl nake.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ji Iraqê re got, ti demek ji bo civîna bê ya Parlamentoya Iraqê derbarê projeyasaya budceyê de nehatiye diyarkirin û diyar kir, civîna bê ya parlamentoyê tenê li ser budceyê dibe, lewra heta aliyên siyasî negihin rêkeftinê parlamento nacive.

Herçiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye dahata 250 hezar bermîlên petrolê û nîvê dahatên federalî radest bike, lê aliyên Şîe gelekî ji wê zêdetir dixwazin, ev jî wiha dike ku rêkeftina li ser budceyê zehmet be.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hê bêhêvî nebûye û biryar e destpêka hefteya bê dîsan biçin Bexdayê, vê carê divê axaftina dawî bê kirin, ji ber eger dengdan bi proje-yasa û bicîhkirina daxwazên Şîeyan destpê bike, êdî ti rêyek bo rêkeftinê namîne.

Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Dosyaya petrolê û radestkirina hemû kêlgehên petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin, rewşa aborî ya Iraqê xirab e, biryareke vê hikûmetê heye, bi baweria min piştgiriya navdewletî û dewletên cîran jî heye ku Iraq hemû dahatên xwe di ber çav re derbas bike, hemû gîrêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî ligel, ev xala serekî ya vê pirsgirêkê ye ku niha heye.”

Beşek ji aliyên Şîe gefa derbaskirina proje-yasaya budceyê bi piraniya dengan dixun, wek herdem jî pêdagiriyê li ser radestkirina dosya petrola Herêma Kurdistanê dikin, lê Sunne dibêjin hê dem maye û di nav wan û Şîeyan de jî rêkeftin heye daku bêyî Kurd budce neyê pesendkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst