Berhem Salih bo Trump: Mafê Amerîkayê nîne ji Iraqê çavderiya Îranê bike
Bexda (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihand ku mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.
Îro Duşemê (04.02.2019) li Bexdayê Korbenda Rafîdeyn hat lidarxistin û têde gelek berpirsên hikûmeta Iraqê û kesayetan siyasî beşdarî bûn li ser rewşa Iraqê û geşedanên li herêmê gotar pêşkeş kirirn.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî di vê korbendê de gotarek pêşkeş kir û têde bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihand ku mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.
Berhem Salih wiha bersiva Trump da: “Hebûna armanca hêzên Amerîkayê şerê li dijî terorê ye û bi pesendkirina Iraqê li wir e. Amerîka pêwîst e pabendê vê armancê bibe. Mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.”
Salih diyar kir ku ti daxwazeke fermî ya Amerîkayê ji bo çavdêriya Iranê ji axa Iraqê bike nebûye û got baştir e Amerîka û Îran li ser hinek mijaran hevkariyl bike.
Serokê Amerîkayê, Donald Trump duh ragihandibû ku beşek ji hêzên Amerîka yên ku dê ji Sûriyê bêne vekişandin, dê li Binkeya Serbazî ya El-Esed li Iraqê bêne bicihkirin û dê ji wê derê ve çavdêriya Îranê bikin.