‘Eger Malikî êrîşî Fellûce bike dê şoreşek rabe’

04-02-2014
A+ A-

 

 

Enbar (Rûdaw)- Berpirsê têkiliyên xwepêşanderên parêzgeha Enbarê Ebdilrezaq Şemmerî hişiyarî da Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku ew dê şoreşekê li parêzgehê Sunenişîn vêxin.


Ebdilrezaq Şemmerî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Artêşa Iraqê ji çar hêlan ve xwestin têkevin bajarê Fellûce , lê çekdaran rûbirûyî wan bûn û ew vekişiyan.”


Şemmerî da zanîn ku hêzên Malikî bordumankirina bajarê Fellûce bihêz kiriye herwiha ragihand ku eger artêşa Iaqê bihêzê biçe nav Fellûçe “Dê şoreş li seranserê parêzgehên Sunenişîn vêkeve.”


Navhatî da xuyakirin ku tiştê ku Nûrî Malikî behsê dike tenê “propaganda” ye û eger bi rastî alîkariya eşîretan bide bi ti awayekî çekdarên DAIŞê nikarin derbasî navçeyê bibin.”


Di 21ê Kanûna sala borî de, opersayoneke leşkerî li ser parêzgeha Enbarê dest pê kir û ev nêzîkî 35 roj in ku Fellûce ketiye bin kontrola çekdaran.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst