Îraq û Amerîkayê derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebiyê de daxuyanî dan

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Heşdî Şebî Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebarankirin. Hikûmeta Îraqê û Amerîkayê li ser bûyerê daxuyanî dan.

Di êrişê de du berpirsên Heşdî Şebiyê hatin kuştin.

Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, General Yehya Resûl têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

General Yehya Resûl bi bîr xist ku di encama êrişê de hinek kesan canê xwe ji dest daye û got ku ev “êrişeke terorê ye.”

Resul herwiha destnîşan kir ku Heşdî Şebî bi destûra fermî ya Serokwezîrî dixebite û got:

“Sedemeke êrişê nîne. Li gorî Hêzên Çekdar ên Îraqê, ji êrişê Amerîka berpirsyar e.”

Resûl diyar kir ku ev bûyer hemû rêkeftinên di navbera hêzên çekdar ên Îraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de têk dide.

Berdevkê Pentagonê jî ji Rûdawê re got, “Amerîka dê di parastina hêzên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê de berdewam be.”

Li aliyê din, berpirsekî leşkerî yê Amerîkî ku ji ajansa Reuters re axivî diyar kir ku ew êriş “li dijî grûpa ku êrişan li dijî hêzên Amerîkî li Îraqê pêk tîne hatiye kirin.”

Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku wesayîta ku rêberê Tevgera Nucebayê tê de bû hatiye armancgirtin.

 Êriş li hemberî Dezgeha Piştgiriya Lojîstîkê ya Heşdî Şebiyê ku li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê ye pêk hat.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê, li derdora cihê bûyerê dest bi girtina tedbîrên ewlehiyê kirin.

Saziya bi navê "Nifşê Bexdayê yê Heşdî Şebiyê" di daxuyaniya xwe de ragihand ku Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û cîgirê wî Ebû Îmtihan di êrişê de hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst