Êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bexda Êriş Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebaran kirin û kuştî hene.

Nûçegihanê Rûdawê Enmar Xazî ragihand ku li Bexdayê dronekê baregeha Tevgera Nûcebayê ya ser bi Heşdî Şebiyê ve kir armanc.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de du berpirsên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl jî da zanîn ku Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û fermanderekî din ê pilebilind di êrişê de hatine kuştin.

Li aliyê din, Heşdî Şebiyê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê îdia kir ku êriş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebiyê 2 fermandar hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst