Ebadî û Bafel Talebanî civiyan

04-01-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Heyder Ebadî Bafel Talebanî Celal Talebanî Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî civîna li gel sê aliyên siyasî yên Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi cuda pêşwazî li kurê mezinê Celal Talebanî, Bafel Talebanî kir.

 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Heyder Ebadî di hevdîtina li gel Bafel Talebanî de behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê, parastina yekîtiya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûrê de kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Ebadî di hevdîtinê de tekezî li ser asayiş û giringiya parastina yekîtiya Iraqê kir û diyar kir, ew pêngavên ku hikûmeta navendî ya Iraqê cîbicî kirine, di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de ne.

 

Serokwezîrê Iraqê amaje bi hewlên hikûmeta xwe bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê piştî encamdana hûrbîniyan kiriye û tekezî li ser giringiya berevanîkirina ji mafê derbirînê yê welatiyan jî kiriye.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro Pênşemiyê 04-01-2018 pêşwazî li şanda hevbeş a her sê aliyên Tevgera Goran, Komela Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadmendiyê jî kir.

 

Şanda Tevgera Goran, Komela Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê duh Çarşemiyê 3ê Çileya 2018ê gihîştibûn Bexdayê.

 

Li gorî medyaya fermî ya Tevgera Goranê, şanda her sê aliyên Kurdistanî ji bo danûstandinê û gotûbêjkirina pirsgirêkên nvabera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê serdana Bexdayê kiriye.

 

Medyaya fermî ya Goranê ragihandiye, her yek ji Şoriş Hacî û Reûf Osman nûneratiya vê tevgerê di şandê de dikin, û Xanim Heme Rehîm û Hesen Cîhad nûneratiya Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê dikin û her yek ji Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd jî weke nûnerên Komela Îslamî di wê şanda hevbeş de beşdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst