2 Kurdên din ji bo ku bibin wezîr baweriya parlamenteran bi dest xistin

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê dest pê kir û parlamenteran bawerî da du Kurdan ku di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de bibin wezîr.

Parlamentoya Iraqê îro Şemiyê 3ê Berfanbara 2022an civiya ku xaleke civînê bawerîdayîna bi Bengîn Rêkanî weke Wezîrê Avedeniyê û Niştecihkirinê û Nizar Amêdî jî weke Wezîrê Jîngehê bû.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ji Bexdayê ragihand ku her du berbijêran baweriya parlamentoyê bi dest xistine û bi vê yekê hejmara wezîrên Kurd ên di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de bûne 4 kes.

Pêştir di civata wezîran de dengên wezîrê derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên û Wezîrê Dadê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Xalid Şiwanî hatibûn dayîn. Bi vî awayî çar wezîrên Kurdan hene.

Di 27ê Cotmeha 2022an de Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 253 endaman ji bo dengdana li ser kabîneya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û bernameya hikûmeta wî civiya. Di civînê de 21 berbijêrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara li ser berbijêrên wezaretên Jîngeh, Avedeniyê û Niştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.

Roja 28ê Cotmeha 2022an, rojek piştî wergirtina pêbaweriya Parlamentoya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya yekemîn civîna kabîneya xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst