Berhem Salih: Şerê li dijî DAIŞê erka me ya sereke ye

03-12-2021
RÛDAW
Nîşan Berhem Salih Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrişên DAIŞê de jî ragihand, ji bo jinavbirina terorîstan û dabînkirina ewlehiya navçeyê pêwîst e hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bihêztir bibe.

Nêzîkî hefteyekê ye êrişên rêxistina DAIŞê li navçeyên nakok li ser Pêşmerge zêde bûne û ev yek jî ji ber valahiya navbera pêşmerge û artêşa Iraqê ye.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di twîtekê de ji malbatên şehîdên ku di êrişên DAIŞê de şehîd bûne re sersaxî xwest û wiha got: "Êrîşên DAIŞê yên li ser çeperên Pêşmerge li Mexmûrê bûyerên metirsîdar in, erkê me yê bilez e ku em niha bersiva wan bidin."

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

 Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst