DAIŞê rafînerî dizî

03-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Selahadîn (Rûdaw)- DAIŞê li parêzgeha Selahadînê ji nêzîkî herêma Beciyê mekineyên rafînerekê rakirin birin navenda Mûsilê.

 

 

Çavkaniyek ji hêzên Iraqê ji Rudawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê îro li parêzgeha Selahadînê  Rafîneya Sîniyeyê rakirin û birîn.

 

 

Çekdarên DAIŞê îro parçeyên  rafineya li Bêciyê ser reyek ax re bi kamyonan birin  Mûsilê.

 

 

Ew rafine ji aliyê Şirketa Petrolê ya Bakur ve dihat şixulandin û rojê dorê 10 hezar bermîl jê dihat derxistin.

 

 

Rafîneya Bêcî 19 Mijdarê ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.

 

Becî  ku 170 kilometreyan dûre Bexda ye,  rafineyên Iraqê yên herî mezin li vê navçeye ne.

Rojê Rafineya Beciyê dikare 402 bermîl ptrol rafine bike lê rojê 310 bermîl petrola  ku ji Mûsil, Kerkûk û ji Herêma Kurdistanê tê, paqij dike. Ev rejê jî nêzîkî seyê yeka petrola Iraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst