Cemal Koçer: Hadî Amîrî xwe ji bo serokwezîriyê pêşniyaz kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Firaksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê ragihand ku Hadî Amîrî xwe ji bo serokwezîrtiyê pêşniyaz kiriye û herwiha dibêje, “Mijara guhertinan li Iraqê yek alî bûye û asta guhertinan jî peywendî bi rewşa xwepêşandanan ve heye.”

Serokê Firaksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Cemal Koçer, derbarê rewş û aloziyên li Iraqê dibêje, sê rê li ber Iraqê hene û li gor wî ya yekem ew ku hinek guhertinên bi dilê Heşda Şeibî û Sediriyan bên kirin û hikûmeta niha berdewam be û Koçer vê bijardeyê dûr dibîne.

Li gor Cemal Koçer rêya duyem jî ew e ku aliyên opozîsyonê, Nurî Malîkî û Heyder Ebadî hevpeymaneke mezin pêk bînin li parlamentoya Iraqê û kabîneyeke nû ya hikûmetê ava bikin.

Cemal Koçer bijardeya sêyem jî ku ji hemûyan çaverêkirîtir e, xwepêşander bijardeyekê qebûl nekin û hemû tiştî bidin guhertin ku ev yek jî daxwaza xwepêşanderan e û tê pêşbînîkirin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtû, behsa wê yekê jî dike ku çend berbijêrek bo postê serokwezîriyê hene lêbelê xwepêşandan biryara dawîn yekla dikin.

Derbarê wan berbijêrên bo postê serokwezîriyê jî Cemal Koçer dibêje, Hadî Amîrî xwe pêşniyaz kiriye bo serokwezîrtiyê û ev yek jî tê gotin ku baweriya amerîkiyan jî bidest xistiye, lêbelê aliyê Sedir û opozîsyonê ev qebûl nekiriye.

Herwiha li gor Serokê Fraksiyona Yekgirtû, Hevpeymana Seîrûn a Sediriyan dibêje, berbijêrê wan dê hebe û herwiha navên kesek din jî bo berbijêriyê tê bilêvkirin weke; şêwirmendê niha yê serokomar ji fraksiyona Sedir, Dr. Elî Şukrî, parlamenter Ednan Zerfî û Eyad Ellawî ku yek ji wan di qonaxa veguhêz de serokatiya hikûmetê bikin.

Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amîrî ku Cemal Koçer dibêje wî xwe ji bo serokwezîriyê pêşniyaz kiriye, duh gotibû, “Sîstema parlamenteriyê li Iraqê bi ser neket û ti sûda wê nîne. Pêwîstiya welat bi sîstemeke nû heye.” Hadî Amîrîkî di heman demê de Fermandarê Rêxistina Bedir a Şîe jî ye.

Xwepêşandanên li Iraqê ji 1ê Cotmehê  ve berdewam dikin û her ku diçe hejmara xwepêşanderan li kolan û kuçeyên Bexda û bajarên din ên Iraqê zêde dibe. Bo du hefteyan navber bi wan xwepêşandanan hatibû dayîn û ev 10 roj in xwepêşandanan careke din dest pê kirine.

Bi berfirehbûna xwepêşandanan mijara guhertina hikûmetê û destûrê bûye rojeva sereke li Iraqê û alozî û rageşiyên li wî welatî hem di asta siyasî û hem jî di warê civakî de berdewam dikin.

Xwepêşander daxwaza nehiştina gendeliyê di nav dam û dezgehên hikûmî de, peydakirina derfetên kar û  dabînkirina xizmetgûzariyan dikin û tekez dikin ku heta daxwazên wan neyên cîbicîkirin ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.