Metranê Giştî yê Mûsilê: Şîna me heye, ew li pey meqaman in

03-10-2023
Nîşan Hemdaniye Şewat Dawet Benedictus Younan Heno
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Metranê Giştî yê Mûsilê da zanîn ku şîna wan berdewam dike li hinek siyasetmedar li pey bilindkirina meqamên xwe digerin.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 113 kesan canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Heno, da zanîn ku hîn jî zêdetir ji 40 kesî nehatine veşartin.

Benedictus Younan Heno, doh di kongreyeke rojnamegeriyê de ragihand ku ew ji bo veşartina 35 kesan li hêviya encamên otopsiyê ne.

“Em ditirsin siyasetmedar vê trajediyê bikin derfet”

Younan Heno amaje pê kir ku ew ditirsin siyasetmedar vê trajediyê wekî derfetekê bi kar bînin û got:

“Dema ku em nakokiyên di navbera siyasetmedaran de dibînin em gelekî dilgiran dibin.

Em di şînê de ne lê ew li pey deskeftiyên siyasî digerin û ketine xema meqamên xwe yên siyasî.”

Li aliyê din, lijneyeke Îraqê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye.

“Em dê jî ya xwe bibêjin”

Benedictus Younan Heno destnîşan kir ku baweriya wan bi dadgeha Îraqê heye û pê de çû:

“Dema ku li ser encaman biryar hat dayîn em dê jî ya xwe bibêjin. Em dê wê demê helwesta xwe eşkere bikin.”

“Zedetir ji 40 kesî winda ne”

Benedictus Younan Heno, pirsa nûçegihanê Rûdawê ya li ser hejmara windayan bersivand û got, “Heta niha zedetir ji 40 kesî winda ne, ew nehatine veşartin.”

Benedictus Younan Heno bangî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku Hemdaniyeyê bikin “herêma karesatê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst