Berhem Salih bi fermî weke serokomar dest bi kar bû

Bexda (Rûdaw) – Îro di merasîmekê de li Koşka Selam li Bexdayê, Berhem Salih serokomarê nû yê Iraqê desthilat ji serokomarê berê Fuad Mehsûm wergirt û bi awayekê fermî dest bi kar bû.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, Hîwa Husamedîn ragihand, îro berî nîvro li Koşka Selam li Bexdayê merasîma pevguhertina desthilatê di navbera serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm û serokomarê nû yê wî welatî Dr. Berhem Salih birêveçû.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, merasîm ji aliyê hejmarek ji medyayên cîhanî û herêmî ve dihat rûmalkirin û çend kesatiyên Kurdistanî û Iraqî di merasîmê de amade bûn.

 

Di merasîmê de bo cara yekem protokola serokomariyê ji bo Berhem Salih hat encamdan û mafûrê sor ji bo wî hat raxistin.

 

Duh sêşembiyê bi şev di civîna parlamentoya Iraqê de bi amadebûna 302 parlamenteran, berbijêrê YNKê Berhem Salih weke sêyemîn serokomarê Iraqê piştî rûxana rejîma Beis hat hilbijartin.

 

Berhem Salih karî di xûla duyem a dengdanê de dengê 272 parlamenterên Iraqî bi dest bîne û bibe serokomarê nû yê wî welatî.

 

Piştî hilbjartina wî weke serokomarê nû, Berhem Salih sonda yasayî xwar û ragihand: “Ez dê yekîtiya Iraqê biparêzim, ez dê serokê hemû Iraqê bim ne serokê pêkhate û aliyekî diyarkirî, dê bibim parêzvanê destûrê, Hewlêr û Necef ji bo min yek mal in.”