Selîm Cibûrî: Biryara dûrxistina parlementerên Kurd cezadana bi komî nîne

Bexda (Rûdaw) – Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand, ku biryara Parlementoya Iraqê ya di derbarê rênedana parlementerên Kurd de cezadana bi komî nîne.

 

Piştî civîna Parelementoya Iraqê ku rê nedan endamên Kurd beşdarî rûniştinê bibin, Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û ragihand: “Parlementoya Iraqê rijd e li ser yekhelwestî û rêzgirtina li Destûr û pabendbûna biryarên ku hatine derxistin, li gel çavdêriya cîbicîkirina wan. Parlemento rijd e li ser piştgiriya hikûmetê di hemû karûbaran de ku bi rêya yekparçeyiya Iraqê, asayiş û aramî tê bidestxistin.”

 

Selîm Cibûrî herwiha diyar kir: “Pêwîst e hemû endamên Parlementoya Iraqê tevî Kurd, pabendî biryaran bibin ku Parlementoya Iraqê wan biryaran dide. Her yekê wan ên ku beşdarî rûniştinên Parlementoyê dibin, divê baweriya wan bi Parlementoya Iraqê û biryarên wê hebin. Divê dabeşbûnê red bikin.”

 

Serokê Parlementoya Iraqê herwiha got: “Em pêşwazî li birayên xwe yên Kurd dikin ji bo beşdariya rûniştinên parlementoyê, lê li ser rola wan a di pêvajoya giştpirsiyê de hebû û beşdar bûn, di derbarê wan de rêkarên pêwîst dê werin pêkanîn.”

 

Li ser rêkaran jî Selîm Cibûrî destnîşan kir: “Em îro li ser vê mijarê li gel Dadgeha Bilind a Federalî axivîn ku gelo em çawa li vê mijarê binêrin... Emê di derbarê parlementerên ku di referandumê de deng dane, pabendî biryara Dadgeha Federalî bibin. Ji bo vê mebestê jî ji Lijneya Karûbarên Yasayî ya Parelementoyê daxwaz hatiye kirin, navê wan kesên ku beşdarî referandumê bûne û rola wan heye bidin.”