IRAQ - Ji bo serokatiya parlamentoyê 6 namzed hene

Bexda (Rûdaw) – Ji bo serokatiya Parlamentoya Iraqê navê 6 namzedan ji pêkhateya Sunne radestê serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Zeynî hatine kirin.

 

Yekemîn rûniştina xula çarem a Parlamentoya Iraqê îro bi amadebûna parlementerên Kurd pêk hat. Di rûniştinê de Mihemed Zeynedîn weke parlementerê herî bi temen, serokatiya yekem rûniştina parlementoyê kir.

 

Di rûniştina îro de navê 6 namzedan serokatiya parlamentoyê ji Mihemed Zeynedîn re hatine pêşkeşkirin.

 

Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re ragihand, ku navê wan namzedan wiha ne; Mihemed Helbûsî, Mihemed Temîm, Usame Nuceyfî, Reşîd Ezawî, Ehmed Cibûrî û Telal Zewbeî.

 

Li gorî rêkeftina pêkhateyên Iraqê postê serokwezîrtiyê ji bo Şieyan, serokomarî bo Kurdan û serokatiya parlamentoyê jî ji bo Sunneyan e.

 

Yekemîn rûniştina xula çaremîn a Parlamentoya Iraqê ji bo roja Sêşemê hate paşxistin.

 

Rûniştina Parlamentoya Iraqê di demekê de ye hê jî ji bo pêkanîna hikûmetê ti aliyekê nekariya fraksiyona herî mezin pêk bîne.