Parlamentoya Iraqê îro dicive; Li ser "fraksyona mezin" nakokî heye

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Duşemî 3ê Îlona 2018, yekemîn civîna xûla çarem a parlamentoya Iraqê were sazkirin û têde serokomar, serokwezîr û serokê xûla berê ya parlamentoyê di civînê de amade dibin.

 

Li gorî bernameya plankirî, civîna parlamentoya Iraqê biryar e îro di saet 11:00 de birêve biçe.

 

Parlamenterên lîstên PDK, YNK û aliyên din ên Kurdistanî ji bilî parlamenterên Tevgera Goranê, di civînê de amade dibin û jibo heman mebestê niha li Bexdayê ne.

 

Civîna îro ya parlamentoyê piştî mersûma fermî ya Serokomarê Iraqû Fuad Mehsûm tê, ku roja 3ê Îlonê weke roja yekemîn civîna parlamentoyê diyar kiribû.

 

Li gorî yasayên Iraqê, piştî ku encamên hilbijartinan bi fermî hatin pesendkirin, divê serokomarê wî welatî piştî 15 rojan, dema sazkirina yekemîn civîna parlamentoyê destnîşan bike.

 

Herwiha sazkirina civîna yekem a parlamentoyê di demekê de ye, ku doh bi şev du aliyên sereke yên Şîe ragihandin, ku bi hevpeymanîtiya ligel çend aliyên din “fraksyona herî mezin a parlamentoyê” pêk anîne.

 

Destpêkê Hevpeymaniya Nesir, Hevpeymaniya Saîrûn, Hevpeymaniya Weteniye, Hevpeymaniya Qerar a Iraqî, Bizava Hikme, Eniya Tirkmenî, Biyareq El Xêyr û çend kesatiyên ji pêkhateyên Krîstiyan û Êzidî û Saibî, mezintirîn fraksyona parlamentoyê ragihandin.

 

Piştre jî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihandin, ku li gel çend aliyên din karîne fraksyona herî mezin pêk bînin.

 

Li gorî destûra Iraqê, di civîna yekem de, dê kesê herî bi temen serokatiya civîna parlamentoyê bike û her ji ber wê jî dê îro parlamenter Mihemed Elî Zînî serokatiya civînê bike.