Felûce hate bombebarankirin

 

Felûce (Rûdaw) – Hate ragihandin, li bakûrê navçeya Felûce ya parêzgeha Embarê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şerekî dijwar qewimî û di encam de gelek endamên rêxistinê hatine kuştin.

 

Reşîd Feleh fermandarê operasyonên parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand, “Hêzeke artêşa Iraqê bi piştgiriya Liwaya 30ê ya zirxpoş li navçeyên Seçer, Neîmiye ku nêzîkî Felûce ne bi çekdarên DAIŞê re rûbirû hatine û di encamê pevçûnê de 7 endamên DAIŞê hatine kuştin. Her wiha di operasyonan de 5 otomobîlên DAIŞê şewitîne û xaniyekî wan jî hatiye xerakirin. Niha hêzên ewlehiyê di çar aliyan ve navçe girtine bin kontrola xwe.”

 

Li aliyê dîtir, Ehmed Şamî, Serokê bijîşkên nexweşxaneyên Felûce ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarankirina artêşa Iraqê de, 13 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne. “

 

Bi armanca ku çekdarên DAIŞê ji navçeya Felûce derxe, ev 8 meh in ku artêşa Iraqê dora navçeyê girtiye û herêmê bombebaran dike, lê heta niha serkeftineke berbiçav bidest nexistiye.