Peyama balyoza Amerîkayê li ser komkujiya Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku Peymana Şengalê û yasaya ku ji bo Êzidiyên ji destê DAIŞê hatine derxistin cîbicî bikin.

Îro 8 sal di ser êrişa DAIŞê ya bo ser Şingalê re derbas dibin. Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 410 kes jî hatin revandin.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski bi minasebeta vê rojê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Romanowski got “Îro Em ji bo kesên ku ji jenosîda DAIŞê rizgar bûna û jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin tevlî civaka Êzdî dibin.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz kir ku Peymana Şengalê û yasayên ku Iraqê ji bo Êzidiyên derxistiye bên bicihanîn û wiha berdewam kir “Em soza xwe nû dikin ku DAIŞ careke din nikaribe îdeolojiya xwe ya nefretê pêk bîne û hemû aliyan teşwîq dikin ku peymana Şengalê û yasaya rizgarbûyên Êzidiyan bi cih bînin.”

Di 10ê Cotmeha 2020an de ji bo avadankirin, pêkanîna ewlekarî û aramiya Şengalê di bin sîwana civaka navneteweyî de di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de peymanek hate îmzekirin.

Tevî ku nêzî 2 sal derbas bûne jî, peymana Şengalê nehatiye bicihanîn.