Xerbît: Zêdeyî 20 hezar Erebên Sunne ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Hevpeymaniya Hêzên Iraqî ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî ragihand ku zêdeyî 20 hezar Erebên Sunne piştî revandinê ligel destpêkirina operasyonên kontrolkirina bajaran ji destê DAIŞê ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin.

 

Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî Ebdulla Xerbît ji Rûdawê re got: “Bawer nakim ew bêserûşûnên pêkhateya Sunne hatibin tasviyekirin, ji ber me serdana hemû aliyên hikûmeta berê û niha kiriye û hemû yek bersiv e, nizanin-hemû nizanin, di demekê de ku bi awayekî fermî di bazgehên bin kontrola dewleta Iraqê re derbasbûne û ji aliyê hêzên polis, Heşda Şabî û Eşîrî ve hatin desteserkirin, heta niha jî ne termên wan diyar in û ne jî wek şehîdên destê DAIŞ danûstandin ligel kes û karên wan tê kirin.”


Ebdulla Xerbît da zanîn ku tenê li Seqlawiye zêdeyî 3 hezar kes û li ser rêya Samera zêdeyî 8 hezar kes hatine bêserûşûnkirin.

 

Xerbît got: “Li parêzgehên Selahedîn, Neynewa û Diyale jî hejmareke bi heman awayî heye, loma her kesek li ser gumanê hatibe girtin bawer nakim hatibe tasfiye kirin. Heta niha jî Milîşiyayên Şîe di vê derbarê de ti zanyarî nedane me û ti bersivek jî bidest me neketiye, dikarim bibêjim zêdeyî 20 hezar kes li hemû parêzgehan hatine bêserûşûnkirin.”