Serokwezîrê Îraqê: Ez bi hatina birayê xwe yê ezîz Mesûd Barzanî şerefmend bûm

03-07-2024
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî / Wêne: Serokweziriya Îraqê
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî / Wêne: Serokweziriya Îraqê
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Serok Barzanî Bexda Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Ez bi hatina birayê xwe yê ezîz Mesûd Barzanî şerefmend bûm.”

Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Serok Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm, Wezîrê Parastinê Sabit Ebasî, Wezîrê Karûbarên Civakî Ehmed Esedî û gelek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî hevdîtina xwe ya ewil Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir.

Serok Barzanî û Sûdanî li ser vê ziyaretê peyamên girîng dan.

 Serokwezîrê Îraqê got, “Ez bi hatina birayê xwe yê ezîz Mesûd Barzanî şerefmend bûm” û li pey çû:

“Ev serdan ji bo Îraqê girîng e. Ji bo hevdîtin û dîyalogê girîng e û bi taybetî dema em behsa serokekî niştimanî yê girîng dikin ku di pêvajoya siyasî de roleke wî ya mezin heye.

Me li ser mijarên cuda dîyalogeke avaker û biarmanc kir.”

“Divê Îraq dûrî aloziyên heyî be”

Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir, Îraq û Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk li pey xwe hiştine ku ji ber destûr û yasayên heyî wekî mîratekê mane.

Serokwezîrê Îraqê amajê pê kir ku rewşa herêmê û rûdanên nû beşeke girîng a hevdîtinê bûn û got:

“Her wiha me qala asayîş, aramî û serweriya Îraqê kir û me diyar kir ku divê Îraq dûrî aloziyên heyî be û helwesta xwe ya li beramberî pirgirêkên cuda biparêze.”

Serok Barzanî: Eger nêta baş hebe ti pirsgirêk nînin ku neyên çareserkirin

Serok Barzanî jî got, “Ez bi dîtina birayê xwe yê ezîz Serokwezîrê Îraqê kêfxweş bûm” û anî zimên:

“Armanca hatina min bihêzkirina wan pêwendiyan e ku bi pêşengiya Birêz Serokwezîr hatine danîn û bûne sedema danûstandineke rasterast a Hewlêr û Bexdayê.”

Serok Barzanî ji bo hewlên avakirina dîyalogê spasiya Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hemû rayedarên din ên hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî jî diyar kir ku hevdîtina wî û Mihemed Şiya Sûdanî avaker bû daxuyand:

“Nêrînên me wekî hev bûn, bi îzna Xwedê em dê hevkarî û hevahengiya xwe bidomînin.

Wekî ku me tim digot, eger nêta baş hebe ti pirsgirêk nînin ku neyên çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst