Feluce- Dayikek û 4 zarokên wê hatin kuştin

Feluce (Rûdaw)- Di bûyerekê de, li bajarê Feluceyê yê parêzgeha Enbarê de, dayikek û 4 zarokên wê hatin kuştin.

Merivên wê malbatê ji Rûdawê re axivîn û gotin ew jin û zarokên wê şevê din saet 12 di bordûmanekê de hatine kuştin, lê hêj ne diyar e ku ew bordûman ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn.

Di vîdeoyekê de, ku ji Rûdawê re hatiye şandin, diyar dibe ku ew bordûman li ser taxeke bajarokê Amiriye yê Feluceyê hatiye pêkanîn û di encamê de 4 zarokên ku temenê wan ji salekê heta 8 salan e, ligel dayika xwe hatine kuştin, herwiha bavê wan zarokan jî bi giranî birîndar bûye.

Kesên nêzîkî bûyerê, daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqê û bi taybetî berpirsên sunî bi hewara wan ve biçin û li ser van bûyeran bêdeng nemînin.

Bajarê Feluce ser bi parêzgeha Enbarê ve ye. Xelkê wê sunî ne û ev salek û nîv e ku di destê çkdarên DAIŞê de ye. Hêzên Ewlehiyê û hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan li nêzîkî Feluceyê ne û dixwazin wê parêzgehê ji DAIŞê bistînin.